Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-07-26 18:23:08   COLEMÊRG - 4 ciwanên ku li navçeya Rûbarokê rastî êrişa leşkeran hatibûn û hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.   Duh li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê tevî Serhat T.ku dema heywanên xwe biribû ser avê rastî êrişa leşker hatibû, Serkan T., Ercan, O. û Selah T. rastî êrişa leşkeran hatibûn. Leşkeran piştî ku li her 4 ciwanan xistibûn e wbinçav kiribûn.   Her çar ciwan îro sewqî Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê hatin kirin. Dozger her çar ciwanan bi daxwaz aşertê kontrolkirina edlî sewqî dadgeriyê kir. Dadgeriya Ceza ya Sulhê her çar ciwanan bi şertê kontrolkirina edlî berda.