Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome 2023-07-26 14:09:47 ENQERE - Malbata Şenyaşar têkildarî çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê li Meclisê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bikin û got: “Heke edalet bicih neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome.”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar têkildarî Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dia dara 2021’ê de dan destpêkirin û niha dixwazin ku nobedê li Enqereyê bidomînin li Meclisê daxuyanî da. Dayika wî Emîne Şenyaşar û hin parlamenterên Partiya Çepên Kesk tev li daxuyaniyê bûn.    ‘QÊRÎN Û HÊSIRÊN ÇAVÊ DAYÊ JI NEDÎTÎ VE TÊN’    Ferît Şenyaşar wiha axivî:    “Pênc sal in kêliyek jî êşa me kêm nebûye. Pênc sal in hêsirên çavê me dibarin. Pênc sal in zilm dewam dike. Pênc sal in edalet bicih nehat. Îro jî dayika min bi daxwaza edaletê li Enqerê ye.    Dayika min 68 salî ye û tevî vî temenê xwe jî 846 roj li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê girt. Tenê daxwazek wê heye, bicihanîna edaletê ye. Armanca wê ew e ku rayedar guh bidin daxwaza wê û qêrîna wê bibihîzin. Lê mixabin li Enqereyê xwedîgiravî yên ku edaletê pêk tînin, qêrîn û hêsirên dayika min ji nedîtî ve hatin.    DÊ JI WEZARETA DADÊ DAXWAZA HEVDÎTINÊ BIKE    Ji bo jiyanek adilane me çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê anî Enqereyê. Em ê piştî vê daxuyaniyê, ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bikin. Heke ji bo pêkanîna edaletê sozekî bidin me, wê dayika min li Enqereyê nemîne dê biçe mala xwe ya li Pirsûsê. Çimkî dayika min naxwaze li vir bimîne. Divê hem ji çavên xwe hem jî ji çongên xwe emeliyat bibe. Dibêje heta ku edalet pêk neyê wê emeliyat nebe. Heke edalet pêk neyê em ê têkoşîna xwe li Enqereyê bidomînin.”   EMÎNE ŞENYAŞAR: BILA LAWÊ MIN BERDIN    Paşê Emîne Şenyaşar jî axivî û destnîşan kir ku ew li dijî zilmê nobedê digire û wiha got: “Bila lawê min ê girtî berdin. Êdî bes e. Ez jî biçim mala xwe cem neviyên xwe. Malbata min qetil kirin, lawê min avêtin hepse. Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin. Heke lawê min bernedin ez ê li ber Wezareta Dadê dest bi rûniştinê bikim û nobedê li vir bidomînim. Erdogan baş dizane, hikûmet jî baş dizane ku tu sûcek lawê min nîne. Bila qeyda derxin heke lawê min sûcdar be, bila her du lawên min ên din jî bigirin.”