Şewata li Kemerê sê roj in didome 2023-07-26 10:00:53   ANTALYA - Li navçeya Kemera Antalyayê şewata ku derketiye sê roj in didome.    Li taxa Degîrmendere ya bi ser navçeya Kemera Antalyayê ve di 24’ê tîrmehê de agir bi daristanê ket. Sê roj in şewata li daristanê berdewam dike. Bi hatina bayê re agir belav dibe û her çiqas mudaxile tê kirin jî lê ji ber belavbûna agir nayê vemirandin. Agir nêzî malan bûye û welatiyên li malan û Nexweşxaneya Dewletê ya Kemerê hatin tehliyekirin. Her ku diçe agir berbelav dibe.