ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-26 09:00:09       * Rojnamevanên ku bertek nîşanî binçavkirina hevpîşeyên xwe dan, ji bo xwedîderketina li mafê nûçewergirtinê û rojnamevanan bang kirin.    * Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê anîn ziman ku di civînên gel ên Botanê de, nêrîna hevpar ew e ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin.    * Rêveberê Dev Saglik-Îş a Şaxa Stenbolê Mûhammet Aslan bal kişand ser kêmbûna rêjeya sendîkabûyînê û ji bo xurtkirina têkoşînê bang li ciwanan kir.   * Jinan diyar kir ku desthilat bi nîqaşkirina perwerdheiya têkel dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe ya siyasî biafirîne û zarokên keç hepsî malê bike û gotin ku dê li dijî vê têbikoşin.    * Karkerên DEDAŞ'ê yên li Amedê ji kar hat derxistin, dê li ber avahiya DEDAŞ'ê daxuyanî bidin. (09.00)    * Komîsyona Girtîgehan Şaxa ÎHD'a Stenbolê Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehên Herêma Marmarayê ya 3 Mehan dê li avahiya komeleyê bê eşkerekirin. (13.00)   * Malbata Şenyaşar dê li Meclisê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe û paşê ji Meclisê heta ber Wezareta Dadê meş pêk bîne û Nobeda Edaletê li pêşiya wezaretê bide destpêkirin. (14.30-15.00)   * Platforma Şaxan a Keska Wanê dê têkildarî zemên tên kirin li ber avahiya SGK'ê kampanya îmzeyan bide destpêkirin. (14.00-17.00)   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û şandeya pê re dê serdana xelkê gundê Akbelenê ku li dijî talankirina darên xwe radibin, bikin. (15.00)