Ji rojnamevanan pirsa ‘Çima te twît parve kiriye’ hat kirin 2023-07-25 16:44:22 ENQERE - Jêpirsîna rojnamevan Firat Can Arslan û Sîbel Yukler a li emniyetê bi dawî bû. Ji Yukler pirsa çima retwetkirina twîta Arslan û ji Arslan jî pirsa çima parvekirinê kiriye, hat kirin.  Rojnamevan Delal Akyuz, Firat Can Arslan, Evrîm Kepenek, Sîbel Yukler û Evrîm Denîz di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de hatin binçavkirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Firat Can Arslan û edîtora T24’ê Sîbel Yukler li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Hat zanîn ku jêpirsîna her du rojnamevanan jî bi dawî bû.    Li emniyetê polîsan ji Arslan pirsa parvekirina twîta wî ya derbarê tayînkirina dozger Mehmet Karababan û hevjîna wî ya dadger Seda Karababan ku di darizandina 18 rojnamevanên kurd ên li Amedê de rol girtibûn, hatiye kirin. Her wiha polîsan ji Yukler jî pirsa çima twîta Arslan retwet kiriye, kirin. Rojnamevanan da zanîn ku parvekirina wan hêjayî nûçeyê ye û xwestine agahiyê bi xelkê re parve bikin. Rojnamevanan got agahiya ku parvekirine ne veşarî bûye û di biryarnameya Desteya Dadger û Dozgeran de cih digire.    Arslan û Yukler piştî îfadeya li emniyete ji bo îfade bidin dozger birin Edliyeya Enqereyê.