Rojnamevan Evrîm Kepenek hat binçavkirin 2023-07-25 14:12:42 STENBOL - Polîsan avêt ser mala edîtora Bianetê Evrîm Kepenek, kelemçe li destê wî dan û wê kirin binçavan.  Li Stenbolê polîsan bi ser mala edîtora mafên jinan û LGBTI+ yan ya Bianetê Evrîm Kepenekê de girtin. Polîsan xwest li mala Kepenek lêgerîn bikin, lê destûr nedan û xewstin gazî keyayê taxê bê kirin. Keya hat û polîsan lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê polîsan kelemçe li destê Kepenek dan û wê kirin binçavan. Polîsan materyalên dîjîtal ên Kepenek û birayê wê.    Kepenek piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Şehît Haşîm Usta ya li Taksîmê.    4 ROJNAMEVAN DI BINÇAVAN DE NE   Serê sibehê jî nûçegihanê me Firat Can Arslan li Enqereyê, nûçegihanê me Delal Akyuz li Îzmîrê û edîtora T24 Sîbel Yukler jî li Enqereyê di serdegirtinên mala xwe de hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku rojnamevanan ji ber ku nûçeya dozgerê bi navê Mehmet Karababan îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû, hevjîna Karababan, Seda Karababan jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî û wan tayîn kirine retwet kirine, hatin binçavkirin.    Bi binçavkirina Evrîm Kepenek re heta niha 4 rojnamevan hatine binçavkirin.