DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist 2023-07-25 12:54:37 AMED - DEDAŞ’ê ji sedî zêdetir karkerên ji bo mafên xwe yên kesane çalakiyê dikin, bi hinceta “kod 49” ya ku “nekirina kar a bi israr” ji kar derxist. Heman kod pêşî li tazminata kidem û îxbarê digire, mûçeya betaliyê jî asteng dike.    Şîrketa Anonîm ya Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) karkerên ji boneya mafên wan yên kesane bên başkirin û mafên wan yên sendîkayan bên nasîn, li Amedê çalakiya kar berdanê li dar xistin. Hat destnîşankirin ku ji 100 zêdetir karker ji kar hatine avêtin û tê payîn ku ev hejmar zêdetir bibe. DEDAŞ’ê ji karkeran re peyamek şand û ji wan re got ku kare wan di çarçoveya “koda 49’an” de ya “nekirina kar a bi israr” hatiye sekinandin.    ‘100’AN ZÊDETIR KARKER JI KAR HATIN AVÊTIN’   Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Emîn Atsiz desnîşan kir ku ji sedî zêdetir karker ji wan re gotine ku bi peyamên ji telefonên wan re hatine şandin ew ji kar hatine avêtin û dike ku ev hejmar zêde jî bibe.     KERKERÊN DI DESTÛRA SALANE DE NE JÎ DERXISTIN   Atsiz destnîşan kir ku kerkerên di destûra salane de ne jî bêyî tu agahî bidin wan,  ew ji kar avêtine û got: “Vê yekê bi temamî li dijî me dikin. Karsaz ji bo ku hevalên me mafê herî însanî û yê destûra bingehîn ê bi sendikayê re xebatê nekin serî li vê rêbazê didin. Karsaz dixwaze hevalên me wekî koleyan bixebitin. Ji bo ku pêşî bi sendîkabûnê bigirin di carekê de hevalên me ji kar avêtin.    ‘HINCETA WAN KODA 49’AN E’   Atsiz bi bîr xist ku Koda 49’an ya tê wateya “nekirina karê hatiye dayîn” û ji ber çalakiya 2 saetan hemû karker ji kar hatine avêtin û got: “Divê agahdarkirina bideng û nivîskî were kirin, lê bêyî ku ev bên kirin hevalên me nîvê şeve bêyî ku agahiya wan hebe ji kar hatine avêtin. Di destê wan de tenê hinceta Kod 49’an heye.    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Atsiz destnîşan kir ku karker bi awayeke bêhiqûqî ji kar hatine avêtin û ew ê tevî dozên vegerîna kar jî di nav de serî li her rêyeke hiqûqî bidin. Atsiz da zanîn ku ew ê daxuyaniyên cihereng li pêşiya DEDAŞ’ê pêk bînin.    DEDAŞ, DERXISTINA KARKERAN PIŞTRAST KIR   Rayedarên DEDAŞ’ê piştrast kirin ku wan karkeran bi koda 49’an a pêşî li tezmînata qidem û îxbarê digire û mafê muçeya asteng dike ji kar derxistine. Rayedarên DEDEŞ’ê têkildarî  mijarê ev tişt gotin: “Tevî ku rêveberiya me soza başkirina şert û mercên kar daye, karkeran bi israr karên xwe nekirin. Ji ber wê me peymanên kar ên hinek hevalên xwe yên xebatkar betal kir.”   Li Rihayê jî DEDAŞ’ê 50 karkerên li, dijî şert û mercên kar ên xerab, dest ji kar berdabûn, ji kar avêtibû.