Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin 2023-07-25 09:08:07   WAN - Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Okkeş Kava diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gihîştiye asteke din û bang li gelekan kir ku li dijî tecrîdê rabin.    Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsiplînê" tên redkirin.   Endamê Desteya Rêveberiya Navendî a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Okkeş Kava got ku ji bo rakirina tecrîdê divê gel dengê xwe derxîne.    Kava anî ziman ku desthilat bi pergala tecrîdê dixwaze pêwendiya Abdullah Ocalan a bi civakê re qut bike û got ku lê belê dîsa jî Rêberê PKK'ê dibe dengê hemû civakê. Kava got: "Li Tirkiyeyê heq, hiqûq û edalet ji holê hatiye rakirin. Li gel vê dewletên navneteweyî yên dibêjin ew demokrasiyê diparêzin, lê gava mesele tê ser birêz Ocalan û gelê kurd, xwe li ker û lalîtiyê datînin."    ‘TECRÎD LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ HEYE'   Kava destnîşan kir ku dê li hemû qadên jiyanê li dijî tecrîdê têbikoşin û got: "Çapemenî tê tecrîdkirin, çanda me tê tecrîdkirin, deng û rengê me tê tecrîdkirin. Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin civakekê tecrîd bikin. Em dibêjin qey em azad in, na em ne azad in. Li kuçeyan, bajaran, taxan û hemû qadên jiyanê tecrîd heye. Lewma em sazî û partiyên siyasî ji bo şikandina tecrîdê divê tim bixebitin. Em dixebitin, lê têr nakin. Ji bo şikandina tecrîdê divê em bêtir bixebitin. Polîtîkaya ku ew pêk tînin li cîhanê tu polîtîkayeke wekî wê tune ye. Polîtîkayeke dijminatiyê ya mezin heye li dijî birêz Abdullah Ocalan. Ev jî êdî asteke din a tecrîdê nîşan dide."    BANGAWAZÎ   Kava destnîşan kir ku fikirên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê jî pir girîng in û got: "Paradîgmaya serokatî, êdî sînorên Kurdistanê derbas kiriye. Îro ro fikirên birêz Ocalan li her derê ne. Divê hemû gel li dijî tecrîdê bibin deng û xwedî li birêz Ocalan derkevin. Em bang li hemû demokrasîxwazan dikin ku li dijî tecrîdê dengê xwe derxin."