Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe 2023-07-25 09:06:47 ÊLIH - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin “Sûcê mirovahiyê ye” û wiha got: “Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.” Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li heman girtîgehê 28 meh in agahî nayê girtin. Serlêdana ku malbatan bi daxwaza hevdîtinê di 10’ê tîrmehê de kir, Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê di 18’ê tîrmehê de red kir û agahî da parêzeran ku “cezayekî nû yê disiplînê” heye.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn, nirxand.    Odûncû anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Tecrîdeke li ser pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan tê sepandin heye. Bi pêşniyarên wî re rizgariya gelan dikare pêk were. Me ev yek di pêvajoya bi navê aştiyê dihate navkirin de dît. Lê desthilata li ser xwînê siyasetê dimeşîne ev pêvajo xera kir.”   ‘GEL JI JIYANA OCALAN BI FIKAR E’    Odûncû destnîşan kir ku sedema krîzên piralî yên li Tirkiyeyê ji tecrîda li ser Ocalan ne serbixwe ye û wiha berdewam kir: “Pereyê ku divê ji aboriyê re bê xerckirin ji şer re tê xerckirin. Erdogan bi rehetî dikare vê bêje; ‘Hûn dizanin berdela guleyekê çi ye?’ Îtîraf dikin ku bi temamî xwe li ser konsepteke şer ava kirine. Ji ber dizanin bi rakirina tecrîdê wê aştî pêk were, vê tecrîdê bi rengekî girantir didomînin. Agahî nayê girtin. Destûrê nadin hevdîtina bi parêzer û malbatê re. Gel di mijara jiyana Ocalan de di nav fikarên gelek zêde de ne.”   ‘LI ÎMRALIYÊ SÛC TÊ KIRIN’    Odûncû anî ziman ku li Îmraliyê hiqûq hatiye binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, li wir bi tena serê xwe li ber xwe dide. Gel weke roja ewil li benda gotineke ku ji devê Ocalan derkeve ye. Divê ji bo aştî û ji bo demokrasiyê tecrîd bê rakirin.” Odûncû, diyar klir ku ji meşandina polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê pêkanîn qasî desthilata AKP’ê saziyên navnetewî jî berpirsyar in.   ‘ROJEVA GEL OCALAN E’    Odûncû destnîşan kir ku di civînên gel ên li dar dixin de welatî daxwazên xwe yên ji bo bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Ocalan tînin ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd, daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dike. Ev daxwaz li her cihê ku em diçinê tê ziman. Ji 7 salî heta 70 salî me xwe gihandibe kê jî vê daxwazê dike. Daxwaz dikin em di vê mijarê de bikevin nava liv û tevgerê. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”