Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn 2023-07-24 16:59:06 AMED - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Amed Radyo Ferat Mehmetoglû li ber Walîtiya Amedê nerazîbûn nîşanî dizîkirina kabloyên radyoya xwe ku ev cara şeşemîn e pêk tê da û xwest tedbîr bên girtin.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Amed Radyo Ferat Mehmetoglû ragihand ku ev cara şeşemîn e kabloyên radyoya wî tên dizîn. Mehmetoglû ji bo balê bikişîne ser dizîkirina kabloyên radyoyê li ber Walîtiya Amedê daxuyanî da. Mehmetoglû da zanîn ji bo ku ew pirsgirêkên pê re rû bi rû dimînin randevû ji waltiyê xwestiye lê walîtiyê randevu nedayê. Mehmetoglû bi bîr xist ku Waliyê Amedê 10’ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin de ku gotiye ew ê têkildarî mexdûriyeta xwediyên radyo û televîzyonan xebatekê bike û got: “Lê ji meha çile heta niha ve tu xebat nehatiye kirin.”    'EM NIKARIN WEŞANÊ BIKIN’    Mehmetoglû destnîşan kir ku nêzî 15-20 rojan e kabloyên hin radyo û televîzyonan tên dizîn û wiha got: “Derdikevin ser kuleyên me û kabloyên ji kuleyan heta kabîneyê jê dikin û dibin. Ji ber birîn ango dizîkirina van kabloyên me weşanên televizyon û radyoyan qut dibin. Duh êvarê dîsa 35 metre kabloyê navbera kule û kabîneyê yên Amed Radyo hatine dizîn. Divê berpirsiyarên vî bajarî walî, emniyet, şaredarî li Talayatepe ku kuleyên televîzyonan û radyoyan lê ne xebatek islahatê bikin. Çimkî li wir dizî, fihûş û her cure tiryak li wir tê kirin. Ev rewş me mexdûr dike. Her car bi qasî 60-70 hezar lîre carna bi qasî 100 hezar lîre zirara me dibe. Alavên me didizin. Niha em wek Amed Radyo TV ji ber dizîkirina kabloyên me em ji bo bajarê xwe nikarin weşanê bikin.”