Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn 2023-07-24 09:48:25 ENQERE - Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ji bo malbata Muhammed Mahmud Dervîş ê 8 sal in îşkenceya lê hatiye kirin bibîbinin, ketin nava liv û tevgerê û banga “edaletê” kirin.     Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê têkildarî rewşa Muhammed Mahmud Dervîş ku di dema têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de piştî radestî Tirkiyeyê hate kirin di girtîgeha li dihat ragirtin rastî pêkanînên dijmirovahî hat, ketin nava liv û tevgerê.    Piştî ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) çîroka Dervîş ê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin anî rojevê  ji bo malbata Dervîş bê dîtin hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li Belçîkayê seferberî hate destpêkirin.    Herî dawî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî ji bo Dervîş ê bi salane li malbata xwe digere serî li Sefaretxaneya Belçîkayê da. Têkildarî serlêdanê hêj tu bersiv nehatine dayîn. Ji bo Dervîş li girtîgehê di şertên mirovî de jiyana xwe bidomîne û malbata wî demildest were dîtin Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û ÎHD’ê têkildarî mijarê banga hestiyariyê kirin.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN    Hevserokê Şaxa OHD’a Enqereyê Fewzî Korkmaz bal kişand ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rûtîn bûne û binpêkirinên li girtîgehên ku weke komele serdana wan dikin pê re rûbirû dimînin wiha rêz kirin: “Lêdan, îşkence, bicihkirina girtiyan a li hucreyên yekkesî, lêgerîna tazî, ferzkirina lêgerîna nava dev, xetimandina pêvajoyên dermankirinê ya girtiyên nexweş, ferzkirina mûayeneya bikelemçe, nedayîna dermanan, nedayîna pirtûk û wêşanan û komkirina wan, mafê sohbetê, sînorkirina aktîvîteyên çandî û sporê, pênexistina kalorîferan, negirtina li ber çavan a zarokên li girtîgehê bi dayikên xwe re dimînin, porsiyonên xwarinê ne têrker û paqij in, pêkanîna kêfî ya cezayên dîsîplînê, nedayîna rojname, pirtûk û kovar ên bi kurdî, bihayên zêde yên kantînê, sirgunkirina girtiyan a bi kîlometreyan dûrî malbatên wan û şewitandinên înfazan ên kêfî.”   ‘JI BO DERVÎŞ KETIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’    Korkmaz, bal kişand ku Dervîş bi heman binpêkirinan re rû bi rû maye û wiha berdewam kir: “M.Mahmûd Dervîş ê zarokê bavekî kurd ê helbestvan û dayikeke ereb e di hemû pêvajoya jiyana xwe de rastî îşkenceyên gelek giran hatiye. Ewqas ku ji ber van îşkenceyan lingê xwe yê rastê winda kiriye. Hema bêje di laşê wî de herêmek tenê jî nemaye ku şopên îşkenceyê lê nînin. Korkmaz, destnîşan kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên Dervîş pê re rûbirû dimîne bi dawî bibin divê di serî de Wezareta Dadê, rêveberiya girtîgehê û partiyên siyasî hemû saziyên têkildar û raya giştî bikeve nava liv û tevgerê.   ‘JIN MAFÊN XWE BÊPAR DIMÎNE’    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî diyar kir ku ji ber tu wasiyên Dervîş nînin û têkiliya wî bi malbata wî re nînin, di aliyê hiqûqî de bê piştgirî maye û anî ziman ku ji ber pere ji hesaba Dervîş re nayên razandin pirsgirêkên madî dijî. Çevîrmen, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo malbata Mûhammed Dervîş bê dîtin divê rêveberiya girtîgehê bikeve nava hewldanan. Her wiha ji bo protezî jî divê rewşa wî li ber çava bê girtin û demildest bê çareserkirin.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÇHD’ê Ceren Yilmaz jî ji bo Dervîş banga “edaletê” kir. Yilmaz, bal kişand ku li girtîgehan her ku diçe tundiya fîzîkî û psîkolojîk zêde bûye û destnîşan kir ku tecrîd û îşkenceya berê li Girtîgehên Tîpên F îro li Girtîgehên Ewlehiyên Bilind û Girtîgehên Tîpên S berdewam dike. Yilmaz, anî ziman ku Dervîş ê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê îşkence lê hatiye kirin mînaka şênber a vê mijarê ye. Yilmaz, da zanîn ku li girtîgehan nêzî 2 hezaran girtiyên nexweş hene ûji bo malbata Dervîş bê dîtin û îşkenceya tê kirin bi dawî bibe banga piştevaniyê li rayagiştî kir.    MA / Firat Can Arslan