Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê 2023-07-23 14:13:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Panela Konferansa Lozanê ya ku bal kişandiye ser têkoşîna jinê de hat destnîşankirin ku têkoşîna jina kurd daye, di tevahiya cîhanê de hatiye asta pêşengtiyê.   Di roja duyemîn a konferansa Lozanê de mijara "Sala 100'emîn a peymana Lozanê - Ji perspektîfa jinên Kurd nirxandina kolonyalîzmê" hate nîqaşkir   Konferansa KNK'ê ya bi navê "Di sala 100'emîn a Peymana Lozanê de helwesta gelên Kurdistanê" tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi panela bi mijara "Sala 100'emîn a peymana Lozanê - Ji perspektîfa jinên Kurd nirxandina kolonyalîzmê" berdewam dike. Panela ku ji aliyê Kurdê Omer û Seher Aydar ve hate birêvebirin, ji Zanîngeha Bremenê Munevver Azîzoglû û berpirsyara Saziyên Jinê yên li Silêmaniyeyê Nermîn Osman weke axaftwan beşdar bûn.   TÊKOŞÎNA DÎROKÎ HAT ASTA PÊŞENGTIYÊ   Seher Aydar di destpêka panelê de axivî û anî ziman ku têkoşîna xweser a jinên Kurd dîrokî ye û gihîştiye wê astê ku pêşengiyê ji têkoşîna jinan a li cîhanê re bikin. Seher Aydar li ser encamên Peymana Lozanê sekinî û got, "Gelê Kurd hate sirgûnkirin, hate koçberkirin. Ziman û çanda xwe hate qedexekirin, asîmîlasyon lê hate ferzkirin. Jinên Kurd hate qirkirin. Jin di tevahiya dîrokê de bi van polîtîkayan re rû bi rû hatin hiştin."   FELSEFEYA JIN, JIYAN AZADIYÊ   Panelîst Munevver Azîzoglû jî bi bîr xist ku beriya 100 salî bi peymanekê re Kurdistan hate parçekirin, lê belê gelê Kurdistanê ev peyman ti carî rewa nedît û qebûl nekir. Azîzoglû destnîşan kir ku jinên Kurd bi felsefe û paradîgmaya 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de li dijî Peymana Lozanê ku qirkirina jinê ye, têkoşînek dane destpêkirin.   Ji panelîstan Nermîn Osman jî qala bandora Peymana Lozanê ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn a li ser jinan kir. Nermîn Osman ji dîrokê mînak da û bal kişand ser kevneşopiya têkoşînê ya jinên Kurd. Nermîn Osman di pêşketina çand û zimanê civaka Kurd de balê kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd.