Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî 2023-07-23 10:50:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî ku ji girtîgehê hate berdan, çû serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî.    Sedat Şahîn ê ji ber birêvebirina rêxistina sûc piştî hate darizandin û 8 salan girtî ma, piştî ku di 20'ê tîrmehê de hate berdan duh çû serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî. Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Semîh Yalçin têkildarî mijarê di hesaba xwe ya Twitterê de ev peyam parve kir: "Birayê me Sedat Şahîn hat serdana serokê me yê giştî Birêz Devlet Bahçelî."   Alaattîn Çakici û Kurşat Yilmaz ên ku ji heman sûcdariyan hatibûn girtin jî, piştî berdanê çûbûn serdana Bahçelî.