Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin! 2023-07-22 19:19:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyan ku bi boneya 100'emîn salvegera Peymana Lozanê meşeke protestoyî li dar xist, gotin: "Peymana Lozanê, siyaseta parçekirî û polîtîkayên bêedalet qebûl nakin. Êdî dema yekştiyê ye."   Meşa bi dehhezaran Kurdistaniyan û dostên wan ku bi boneya 100'em,n salvegera 1Peymana Lozanê, li bajarê Lozan ê Swîsreyê hat lidarxistin, bi mîtînga li qada Qesra Rûmîne ya ku peyman lê hatiye îmzekirin berdewam e.   ‘DEMA YEKÎTIYÊ YE’   Endamê Komîteya Lozanê Yuksel Koç ku serê pêşîn axivî, destnîşan kir ku divê mirov ji Peymana Lozanê re bibêje na û wiha got: "Sed sal bi şûn de em Kurdên ji parçeyên Kurdistanê dibêjin ku em li vir in û hene. Polîtîkayên qirêjî yên sed sal in li welatê me tên pêkanîn ji ber vê peymanê ne. Em vê peymanê qebûl nakin. Em Kurd wê li çar parçeyên welêt li ber xwe bidin."   ‘KURD NE KURDÊN BERÊ NE’   Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mirad anî ziman ku ew ji bo şermezarkirina peymanê li qadê ne û wiha bi axavtina xwe de çû: "Kurd ne Kurdên berê ne. Em Kurd siyaset û dîplomasiyê dikin, ji bo nasnameya xwe li ber xwe didin, azadiya jinan bi pêş ve dibin. Li qadan e û dinya paradîgmaya me nas dike. Divê mirov siyaseta parçebûyî û ya bêedalet qebûl neke. Li dijî vê siyaseta parçekirinê sed sal bi şûn de em li vir in."    ‘KURDISTAN DIVÊ CARDIN BIBE KURDISTAN’   Dr. Beppe Savarî-Borîolî ku hem parlamenterê Swîsreyî û hem jî endamê Komîteya Azadiya Ji bo Abdullah Ocalan a Swîsreyê ye, axavtinek kir. Savary anî ziman ku ji ber peymana parçekirina Kurdistanê li Lozanê hatiye îmzekirin ew fedî dike û got: "Diyar e ku çima Tirkiye, Sûriye, û Îran naxwazin Kurdistanê berdin. Kurdistan divê cardin bibe Kurdistan. Em xistina nav lîsteya terorê ya PKK’ê, qebûl nakin. PKK’ê DAÎŞ qedand. Ji bo spasiyê ew wê di nav lîsteya terorê de dihêlin. Ewropayê Abdullah Ocalan da destên wan. Ev sûcek e li dijî mirovahiyê. Bi salan e me tu hay jê nîn e. Bi azadiya Mandela çawa Efrîka azad bûbe, wê bi azadiya Abdullah Ocalan jî li Rojhilata Navîn azadî çêbibe. Ji niha û pê ve yekitiya Kurdistanê ji bo me hemûyan tiştê herî giring e. Kurd li vir bi hev re dikin qerîn. Ev jî ‘Kurdistana mezin’ e."   Serokê Komelayê Îbrahîm Alîzade, behsa sedemên parçebûna Kurdistanê kir û wiha axivî: "Kurdan vê sedsala çûyî bi hezaran qetlîam dîtin. Yekitî ji wê boneyê gelek giring e."    ‘SED SAL IN KURD JI BER VÊ PEYMANÊ BEDÊLAN DIDIN'   Hevseroka PYD’ê Asya Abdûllah derket ser dike û silav li yên li qadê kir û ev tişt dan der: "Ev peyman ji bo perçebûna Kurdistanê hat îmzekirin. Em vê şermezar dikin û vê peymanê qebûl nakin. Kurd sed sal in ji ber vê peymanê bedêlan didin. Berxwedana sed salan îro li vir hat îmzekirin. Em li vir in û em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin. Li dijî peymana ku wan îmze kiriye, jin, zarok, Rojava, Îmrali, YPG û HPG li ber xwe didin. Bi tifaqa Kurdan û yekîtiya jinên Kurd wê berxwedana me geş bibe. Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê jî li dijî Peymana Lozanê ye. Bila bijî yekitiya Kurdistanê, berxwedana jinan."   Mîtîng, piştî axavtinan bi stranên hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê dewam kir.