Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye 2023-07-22 16:17:09   STENBOL - Serokên Baroyan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan dan û destnîşan kirin ku çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye û mafdar e.    Serokên Baroyan ku beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn û hatin dorpêçkirin, paşê têkildarî êrişa di hefteya 956’emîn de êrişa li dijî Dayikên Şemiyê hat kirin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Galatasaray a me ye, em ê dev jê bernedin.”    ‘DAWÎ LI ÊRIŞAN BÎNIN’    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Farûk Eren daxuyanî xwend û bi xist ku tevî hemû astengî û êrişan jî lêgerîna wan a edaletê û heqîqetê berdewam dike û çalakiya wan ji 25’ê Tebaxa 2018’an ve li Qada Galatasarayê tê qedexekirin. Eren got ew dibêjin êdî bila kes li ser vê axê neyê windakirin û bila dawî li vê êşê bê anîn. Eren xwest ku li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehên bê tevgerandin û hurmet ji hiqûqê û mafên mirovan re bê nîşandan. Eren bang li rayedaran kir ku demildest dawî li zext û êrişên li ser Dayikên Şemiyê bê anîn û ew ê dest ji Galatasarayê bernedin.    ‘HURMETÊ NÎŞAN BIDIN’    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku yek ji wezîfeyên sereke û girîng ên baroyan ew e ku mafên mirovan biparêzin û wiha got: “Ev mafê bingehîn û azadiya ramanê tê astengkirin. Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn li ber çavan bên girtin. Qeymeqamiya Beyoglûyê xwe bi ser Dadgeha Destûra Bingehîn re dibîne. Ev bêhiqûqî 40 sal in didome. Em wek serokên baroyan li cem Dayikên Şemiyê ne û em ê binpêkirinên mafan ên di çalakiyê de bikin rapor.”   Nahît Eren bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: “Hûn behsa hurmehetiya li darazê û serweriya hiqûqê dikin. Nexwê hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin û li gorî biryarên darazê tevbigerin. Heta ku hûn li gorî biryaran tevnegerin mafê we tune ye ku hûn behsa hiqûqê bikin. Em ê her li cem dayikan bin û piştevaniya wan bikin.”    ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’    Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz jî bi bîr xist ku têkoşîna lêgerîna li mafên mirovan 28 sal in didome û got: “Wezîfeya dewletê ya sereke ew e ku mafê jiyanê ya welatiyan biparêz e. Welatiyên me ku vê çalakiyê li dar dixin li pey hestiyên xizmên xwe ne û wezîfeya dewletê bi bîra wê dixin. Çalakiya li vir tê kirin azadiya fikr û ramanê ye. Di demên dawî de tê xwestin me, rêxistinên sivîl û parêzvanên mafên mirovan asteng bikin û di bin zextan de bihêlin û bikin ku em dest ji têkoşîna mafên mirovan berdin. Gelo em ê dest jê berdin. Qet ne pêkan e. Em ê her têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘DAXWAZA DAYIKÊN ŞEMIYÊ REWA YE’    Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî anî ziman ku li Tirkiyeyê mafên bingehîn û azadiyan nayên sepandin û got: “Çalakiyên ku li xweşa îktidarê diçe destûrê dide. Lê çalakiyên ku li xweşa îktidarê naçin qedexe dike. Qeymeqamiya Beyoglûyê wezîfeya xwe xerab bikar tîne. Daxwaza Dayikên Şemiyê mafdar e û rewa ye. Em ê her piştevaniya van daxwazan bikin.”    Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk û Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî axavîn û destnîşan kirin ku ew ê her piştevaniya Dayikên Şemiyê bikin.