Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn 2023-07-22 14:41:59   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê û malbatên windakiriyan di çalakiyên li Amed, Êlih û Îzmîrê de faîlên Mesût Dundar ê laşê wî bi pişt wesayîta zirxî ve hate kaşkirin, nûnerê Ozgur Halk ê Êlihê Çetîn Abayay ê di êrişa çekdarî de hate qetilkirin û Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê piştî hate revandin hate qetilkirin pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 754’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rêzan a Amedê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin de nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û malbatên windakiriyan tev li bûn. Seroka Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn ê beriya daxuyaniyê axivî wiha got: “Li Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka kurd divê hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin.”   Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mesût Dundar ê di tîrmeha 1992’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate qetilkirin, hate parvekirin. Endamê Komîsyona Windakiriyan ê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Dundar xwend.    Piştî xwendina çîrokê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.    ÊLIH    ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 590’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistan a Êlihê hatin bahev. Di çalakiya pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên Şaxên OHD û MEBYA-DER’ê yên Êlihê amade bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Abdûrrahîm Boga yê di çalakiyê de axivî, anî ziman ku heta encamê bigirin wê têkoşîna xwe bidomînin.    Di çalakiyê de çîroka Nûnerê Kovara Ozgur Halk Çetîn Abayay ê di 29’ê tîrmeha 1992’yan de li Êlihê rastî êrişa çekdarî ya 3 kesan hat û jiyana xwe ji dest da hate xwendin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” 2 hefteyan carekê li dar dixe vê hefteyê jî domand. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî li wijdana xwe derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hate vekirin. Vê hefteyê aqûbeta Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê tîrmeha 1991’an de hate revandin û qetilkirin hate pirsîn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ê metna çapemeniyê xwend, çîroka Vedat Aydin vegot. Aydin di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di vê dosyayê de faîl nav bi nav diyar in, navnîşanên wan diyar in bila faîl bên darizandin. Bila parastina bi zirxê necezakirinê bi dawî bibe.”