Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye 2023-07-22 09:11:01 ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî diyar kir ku Peymana Lozanê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê belgeya neçareserkirinê ye û got ku meseleya kurd dînamîkeke diyarker e û ji bo çareseriyê jî îşaret bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.  Peymana Lozanê ku netew dewletan ji bo tunekirin û înkarkirina kurdan ew di bin navê "aştiyê" de di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de îmze kirin, ket sedsaliya xwe. Bi peymanê re ku bi beşdariya nûnerên Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yûgoslavya û Tirkiyeyê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat îmzekirin, Kurdistan di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de dabeşî çar parçeyan hat kirin. Kurd, ji ebr vê peymanê sed sal in parçekirî ne, lê li dijî polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê li ehr çar parçeyan û Ewropayê komxebat û konferansan li dar dixin û lêgerîna xwe ya ji bo "Lozana Civakî" didomînin.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî bandorên Peymana Lozanê û Paradîgmaya Azadiya Jinan, Ekolojiyê û Civaka Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku pêşî li ber Peymana Lozanê digire û modela çareseriyê pêşkêş dike, nirxandin.    BELGEYA NEÇARESERIYÊ   Temellî diyar kir ku şerê parvekirinê yê emperyalîst ê mezin ê yekemîn hê jî ji bo Rojhilata Navîn temam nebûye û got: "Texrîbata di warê encamên şer de hat afirandin hingî mezin e ku mirov dikare ji bo texrîbata sereke bibêje ku gelên Rojhilata Navîn mehkûmî pergaleke kedxwariyê ya domdar hatine kirin. Gava mirov hem di warê aborî hem jî di warê siyasş de li pêvajoyê mêze bike, geşedanên li seranserê cîhanê û tew di warê encamên şerê mezin ê duyemîn de çendî çareseriyek bi dest ketibe jî, lê belê di warê tayinkirina çarenûsa xwe de ya gelên herêmê, tekane neçareserî li Rojhilata Navîn hatiye hilberandin. Gava em di vî warî d elê mêze dikin Lozan belgeya vê neçareseriyê ye."    BÊÎSTIQRARIYEKE DOMDAR   Temellî anî ziman ku pirsgirêkên ku di sedsaliya Peymana Lozanê de nehatine çareserkirin dest ji pêxêla welatên herêmê bernedaye û wiha domand: "Bi taybetî jî ev peymana ku mafê tayinkirina çarenûsa xwe ya gelê kurd tune dihesibîne û pêşbînî dike ku li ser vê zemînê têkiliyên navneteweyî pêkan e; li ser pêşketina dîrokê bandoreke herî mezin a dîrokê afirandiye. Di serî de gelê kurd û bi giştî hemû herêmê û tew di warê Komara Tirkiyeyê de ku aliyekî vê peymanê ye û paradîgmaya wê ya damezrîner li ser vî esasî ye, di nava bêîstiqrariyeke domdar û guloka pirsgirêkan de hiştiye. Ji meseleyên Mûsil-Kerkûkê heya xeyala 'kizil elmayê' hema bibêje hemû utopyayê li ser warê kurdan veguherandiye dîstopyayekê. Gelê kurd ku welatê wî tune ye jî, di nava vê guloka pirsgirêkan de rastî êşên herî mezin hatiye."    FERASETA MÎSAKÎ MÎLLÎ   Temellî Peymana Lozanê di warê Tirkiyeyê de ji bo demeke kurt wekî" destekeftiyekê" û ji bo demeke dirêj jî wekî "windahiyekê" nirxand û wiha got: "Ji bo erdngariya ku feraseta Mîsakî Nîliyê xwe lê bi cih kiriye windahiyek e, lê di demeke kurt de qîma xwe Hatay ne tê de bi sînorên îroyî tîne." Temellî destnîşan kir ku li erdnîgariya ku wekî Mîsakî Mîliyê tê pênasekirin pirsgirêk hatine taloqkirin û got ku Tirkiye bi tu awayî dest ji terhê xwe yê heyî bernedaye."    JI BO TIRKIYEYÊ WINDAHIYEKE SEDSALÎ   Temellî ku got "Tirkiye bi stratejiyeke wekî ber bi pêş ve veguhastina destkeftiyan û jinûve bidestxistina tiştênd di Lozanê de ji dest çûne, rotaya dewletê bi taybetî di warê polîtîkayên herêmê de diyar dike" û got ku senaryoya nimêjê ya li Mizgefta Emeviyê û xeyala Kerkûkê rengvedana heman rêgehê ne. Temellî wiha domand: "Lozan di vî warî de hê peymaneke netemamkirî ye. Ji bo temamkirina wê divê kurd bi temamî veguherin parçeyekeî vê senaryoyê. Jixwe meseleya sereke jî ji vir dest pê dike. Bi vî awayî îmzekirina Lozanê, çendî wê demê wekî destkeftiyekê hatibe hesibandin jî, lê ji bo Tirkiyeyê windahiyeke sedsalî ye."    Temellî wiha domand: "Ger peymaneke li gor armanca welêt ya ku dînamîkên xweser ên erdnîgariyê û kurdan esas digire bihata çêkirin, dê destkeftî hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo kurdan pir mezin bibûna. Lê belê ji ber pêgirtîbûna Tirkiyeyê ya bi hestên rasyonel a aqilê îttihatparêzan, wekî windayê bêdawî yê şerê cîhanê yê parvekirinê yê yekemîn didome."    DAXWAZÊN KURDAN TUNE HATIN HESIBANDIN   Temellî bilêv kir ku kurd mexdûrê herî mezin ê Şerê Cîhanê yê Yekemîn in û wiha pê de çû: "Em dibînin ku beriya peymanê û piştî wê, daxwazên gelê kurd tune hatine hesibandin û bi tu awayî daxilî nava peymanê nehatine kirin. Sedemeke girîng a meseleya kurdan jî ku hê jî pirsgirêka sereke ya siyaseta kûrewî ye, ev peyman e. Li bara gelê kurd gelek hêlên girîng ên vê peymanê hene. Em behsa gelekî mezin ê herêmê dikin ku ji ber vê peymanê hemû mafên wî yên bingehîn tune hatine hesibandin û hatiye mexdûrkirin dikin. Îro ro sedema bingehîn a hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, meseleya kurd e û yên sedemên neçareserkirina vê pirsgirêkê jî Lozan û peymanên din ên wê demê ne."    PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN   Temellî îşaret bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir ku pêşî li ber Peymana Lozanê digire û wiha axivî: "Paradîgmaya Ocalan... ev têgih; dike ku em jinûve li ser gelek tiştan hûr bibin, em ê çawa ji nava pirsgirêkan derkevin û siyasetke damezîrner a nû çawa bê avakirin... Nêzîkatiya paardîgmayê ya li geşedanên dîrokî, bi awayekî rast kodkirina dînamîkên beriya Lozanê û bi xwendineke nû ya dîrokê re tenê ne di warê Tirkiyeyê de, di warê herêmê û asta global de hilberandina çareseriyekê dide der û dibêje ev çareserî ne mehkûmî statukyê ye, guherandina statukoyê ye û bi pênasekirina îdiayeke damezrînerê nû cîhaneke din pêkan dike. Cîhana em lê ne, di nava pirsgirêkên neçeraserkirî yên sedsalê de difetise. Ji bo em ji nava vê derkevin, pêdiviya me bi paradîgmayeke li dijî pergala kapîtalîst-netew-dewletê heye. Lewma paradîgmaya Ocalan, di vî warî de gerdûnî ye û namzetê destpêkirina serdemeke şoreşger a nû ye. Çaw aku Lenîn di dema şerê parvekirinê yê cîhanê de şoreşa Sovyetê ava kir û mudaxileyî rêgeha cîhanê kir, îro Ocalan jî di şert û mercên 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' de mudaxileyî rêgeha heyî dike. Çendî stratejiya Tirkiyeyê ya ji bo herêmê û siberoja gelê kurd di vê pêvajoyê de dînamîkên diyarker bihewînin jî, lê paradîgma ji vê gelekî wêdetir e."   ‘MESELEYA KURD DÎNAMÎKA DIYARKER E'   Temellî bilêv kir ku Tirkiye bi israr heman tiştî diceribîne û dixwaze encamên cuda bi dest bixe, lê ev feraseta irasrarker çavkaniya pirsgirêkan e. Temelî got: "Tirkiye welatekî qeyranan e. Ji bo tu pirsgirêkeke xwe ya bingehîn çareyeke mayinde peyda nake. Hûn li kîjan meseleya wê mêze bikin, hûn li holê pirsgirêkên kûr, aboriyeke şikeste, jiyaneke bi serweriya mêr dibînin. Çareserkirina meseleya kurd, di warê çareserkirina meseleyên din de dînamîkeke diyarker a krîtîk e. Sihra matematîkî ya ku krîzên prialî çareser bike di çareserkirina vê meseleyê de veşartî ye. Ocalan li Îmraliyê di hucreya xwe ya 9 metrekareyî de çareya vê prisgriêkê hilberand. Xwedîderketina li vê çareseriyê, li dor mîsakeke din afirandina muktesebatên nû hem ji bo welêt hem ji bo herêmê siberojeka li ser esasê statuya kurdan pêkan e, lê desthilata ku maseya quliband û neçareseriyê tercîh kir, niha li ser sergoyê dîrokê li bermayiyekê digere ku siyaseta xwe bix elasê bixe. Ev ne pêkan e."    Temellî di dawiya axaftina xwe de got: "Lozan êdî temenê xwe temam kiriye û nikare Lozanên nû hilberîne."    MA / Selman Guzelyuz