Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin 2023-07-22 09:07:50 AYDIN - Li Girtîgeha Aydinê hatibû îdiakirin ku Yilmaz Ekîncî xwe kuştiye. Malbatê û parêzerê dozê, anîn ziman ku biryara beraetê ya di dozê de qebûl nakin û gotin ku di dema darizandinê de dadgehê hemû delîl û daxwaz ji nedîtî ve hatine û hewl daye ser bûyerê bigire.  Li Girtîgeha Aydinê ya Tîpa E'yê di 13'ê çileya 2022'yan de girtî Yilmaz Ekîncî (28) bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Darizandina têkildarî mirina Yilmaz de bi dawî bû.    Di danişîna 4'an a dozê de ya li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 4'an a Aydinê hat lidarxistin der barê gradiyan Cem A., Mehmet E.D., Mûstafa Î., Omer G.T. û Taşkin G. de ku bi sûcê "peywira xwe xirab kirine" dihatin darizandin, biryara beraetê hat dayîn.    Fîlîz Ekîncî, xwişka Yilmaz EKîncî û parêzerê malbatê Îrfan Şafak, têkildarî darizandinê axivîn.    ÇI BÛ BI BIRAYÊ MIN?    Fîlîz Ekîncî bertek nîşanî biryarê da û got: "Ez dixwazim hîn bibim ku çi hat serê birê min. Çima du rojan li ser hev îşkence li birayê min hat kirin? Tevahiya qeydên kamerayê nedan me. Di nava 15 kesan de sekinî ye, lê çima ev qas gardiyan êrişî wî kirin. Gardiyan Serkan Înan dibêje benik hatiye veşartin. Ev qas delîl di destê me de hene, lê çima ev doz di danişîan 4'an de hat girtin?"    'ŞAHID NEHATIN GUHDARKIRIN'   Ekîncî bilêv kir ku dadger nexwestiye şahidan guhdar bike û wiha pê de çû: "Qet nebe diviyabû guh li girtî Mûrat Bulbul bihata kirin. Mûrat bihîstiye ku Yilmaz gotiye, 'li min nexin, canê min diêşe' û piştî vê deng ji Yilmaz biriyaye. Her wiha li holê delîl jî tune ne. Kincên wê rojê li birayên min li ku ne? Kincên wî yên bin li ku ne? Benik li ku ye? Di danişîan ewil de gardiyanek got, gava Yilmaz biriye cihê wî tu tişt li ser wî tune bûye. Çima min her 5 gardiyanên hatin darizandin li dadgehê nedîtin? 3 gardiyanên ku min ew nas nekirin hatin. 2 jê jî bi dîmen tev li danişînan bûn."    Ekîncî diyar kir ku dê dest ji vê dozê bernede û got: "Ew gardiyan kî bin dê bên eşkerekirin û ceza li wan bê birîn. Gardiyanên ku li birayê min xistin dê hesab bidin."    'BENIK NEXUYAYE'   Parêzerê malbata Ekîncî, Îrfan Şafak jî bibîr xist ku hemû daxwazên wan ên di pêvajoya lêpirsîn û darizandinê de hatine redkirin. Şafak diyar kir ku bûyer ne bûyereke xwekuştinê ye û got: "Me xwest ku benikê ku tê gotin Yilmaz xwe pê daliqandiye bînin danişînê. Me got ger Yilmaz Ekîncî xwe daliqandibe divê şopa benik ne li bin çena wî, li pişt guhê wî hebe. Me ji dadgehê xwest ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê raporekê amade bike ku di dema xwedaliqandinê de ka xwîn ji poz û guhan tê yan na. Lê dadgehê vê daxwaza me jî red kir. Dawiya dawî der barê van kesan de biryara beraetê hat dayîn."    'DIXWAZIN DOZÊ BIGIRIN'   Şafak bilêv kir ku armanca biryara beraetê ew e ku ser bûyerê bê girtin û got ku qet nebe diviyabû ji ber "peywira xwe xirab kirine" ceza bihata birîn. Şafak wiha domand: "Tê gotin ku Yilmaz Ekîncî qeytanên pêlavên xwe di destên xwe de veşartiye. Lê halbûkî gava wan dixin odeya muşahadeyê eşyayên li ser wan ji wan tên stendin û wan dixin hundirê qutiyekê. Ne pêkan e ku qeytanan ji hundirê qutiyê dderxe û wan veşarêe. Tê gotin piştî bûyerê qeytanên wî tune ne û doxîna eşofmanê wî jî tune ye. Ev jî nîşan dide ku bi awayekî benik xistine stuyê Yilmaz û wekî ku xwe kuştibe nîşan dane. Ger benik hebe û jê nehatibe stendin jî ev tê wateya ku peywira xwe baş nekirine. Lê belê heyeta dadgehê biryara beraetê da."    DÊ SERÎ LI AYM'Ê BIDIN   Şafak diyar kir ku li ber vê biryarê rabûne û têkildarî bûyera mirinê car din serî li Dozgeriya Komarê ya Aydinê dane. Şafak destnîşan kir ku dê heya dawî pêvajoya hiqûqî bişopînin û got: "Ger Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryareke berevajî bide, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin."    MA / Semra Tûran