Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye 2023-07-22 09:06:40 AMED - Welatiyên li Amedê beşdarî civînên jinûve avakirinê bûn û pêşniyarên xwe kirin ev peyam dan: “Yekane daxwaza gel azadî ye.” Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînên xwe yên di çarçoveya “jinûve avakirinê” de li Amedê dane destpêkirin didomînin. Welatiyên li navçeya Karaz, gundên Cixsê û Tiyaks ên girêdayî navçeya Pasûr û gundê Barqoş ê girêdayî navçeya Hezroyê tev li civînan bûn ji ajansa me re axivîn.    Mehmet Kaya yê li navçeya Karazê tev li civînan bû wiha got: “HDP partiya vî gelî ye û ji xwîna vî gelî derket holê. HDP ji bo azadî û edaletê têdikoşe. Em di vê zanebûnê de ne. Rêya me di deşteke rast re derbas nabe. Rêya me di çiyayan û quntaran re derbas dibe. Armanca me ne meqam û mewkî ne. Em ji HDP’ê vê naxwazin. Ji xwe armanca HDP’ê jî ne ev e. Jiyana me diyar e. Yekane daxwaza gel azadî ye.”   ‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’    Kaya, destnîşan kir ku gelê kurd bêdelên giran dane û anî ziman ku HDP qasida aştiyê ye lê weke polîtîkayan ketiye kêmasiyan. Kaya, anî ziman ku gelê kurd di hilbijartinên meha gulanê de tişta ji destê wan hat kir û wiha berdewam kir: “Gelê me ji bo ji vê pergala faşîst a me bi rê ve dibe xelas bibe deng da Kiliçdaroglû. HDP’ê xwest hawîrdoreke aştiyê ava bike. Divê aştî û azadî were vê erdnîgariyê. Ya rast divê em aştî û wekheviyê mezin bikin. Ev barekî mezin e kedê dixwaze. Ne karekî ku bi 10-15 kesan çêbibe ye, divê em têkoşînê mezin bikin.”   ‘GEL SERKEFTINÊ DIXWAZE’    Rûkiye Işik a li navçeya Karazê dijî jî anî ziman ku piştevaniya muxalefetê ya di hilbijartinan de bandoreke neyînî li gel kir û wiha got: “Dema em bi gel re diaxivîn digotin em naxwazin dengên xwe bidin Kiliçdaroglû. Heke me namzetê xwe derxistibûya encam wiha xerab nedibûn. Ez difikirim ku me dikarî 100 wekîlên xwe jî derxînin. Wê demê da qiymeta me bê zanîn û ji ber deriyê me nediçûn. Divê gelê Kurdistanê di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bidin û xwedî li namzetan derkevin. Divê em şaredariyên xwe bigirin. Divê namzetan gel hilbijêre û bi gel re serbikevin. Gel serkeftinê dixwaze.”   ‘BILA BI GEL RE BIN’    Kûtbettîn Tûran ê li gundê Cixsê yê navçeya Pasûrê tev li civînên gel bûyî jî bal kişand ser zextên li ser HDP’ê. Tûran, destnîşan kir ku divê HDP bi gel re tevbigere û wiha got: “Em çiqas bi hêz bin bila bibin, em nikarin bi diziyên wan re mijûl bin. Cîhan jî piştgiriya wan dike. Li pişt wan Yekitiya Ewropayê û Rûsya heye. Bi sedan salan e em di bin mêtîngeriyê de ne. Xwîna me herikî, canê me şewitî. Divê êdî em bibin yek.”    ‘DIVÊ YEK BI YEK TÊKILÎ BÊ DANÎN’    Ziya Turk ê li gundê Tiyaks ê navçeya Pasûr tev li civînê bûyî jî rexne kir ku HDP’ê di pêvajoya hilbijartinê de zimanekî zelal û were fêmkirin bikarneaniye. Turk, diyar kir ku di mijara têkiliyên bi gel re yên yek bi yek de kêmasî çêbûn û destnîşan kir ku divê rayedarên partiyê mal bi mal, kolan bi kolan rêxistinkirina xwe bi hêz bikin.”   Mehmet Ogrûl ê ji gundê Barqoş ê navçeya Hezroyê jî anî ziman ku piştgiriya HDP’ê tenê bi piştgiriya gel heye. Mehmet Mûsaoglû yê ji heman gundî jî diyar kir ku civînên gel ên tên kirin hewcebû beriya hilbijartinan hatibûna kirin û ev tişt got: “Di pêşiya me de dîsa hilbijartin hene. Vê carê divê ka em ê di hilbijartinên şaredariyê de kê hilbijêrin kê nahilbijêrin bên axaftin û bi gel re nîqaş bên kirin. Hilbijartinên beriya niha de ev yek nehate kirin. Ji xwe vê rewşê da windakirin. Divê di hilbijartinên pêşiya me de kesên weke namzet bên nîşandan bi gel re bên hilbijartin. Û divê ji herêmê hin kes bên hilbijartin.”