Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir 2023-07-21 21:29:42       STENBOL- Dadgeha Bilind, cezayê ku li rojnamevanên Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn hatibû birîn pesend kir.    Ji ber Gerînendeya Weşanê ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatiye girtin, di 3'yê Nîsana 2019'an de Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê bi îdiaya "propagandaya PKk'ê kirine" ceza li Ertûgrûl Mavîoglû, Dilşah Kocakay, Celalettîn Can, Mehmet Celal Başlangiç, Mehmet Fehîm Işik, Oncu Akgul û Huseyîn Akyol birîbû.    Piştî vê parêzerên rojnamevanan serî li Dadgeha Edlieya ya Herêmê ya Stenbolê dabûnç Dadgeha Herêmê jî di 15'ê Îlona 2020'an de cezayê hatibû birîn pesend kiribû. Piştî vê parêzeran serî li Dadgeha Bilind dabûn. Dadgeha Bilind jî 3 sal û 9 meh cezayê li Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Huseyîn Akyol hatibû birîn xera kir û sal û 3 meh cezayê li Ertûgrûl Mavîoglû, Dilşah Kocakay, Celalettîn Can, Mehmet Celal Başlangiç, Mehmet Fehîm Işik û Oncu Akgul hatibû birîn pesend kir.