DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da 2023-07-21 16:57:57 AMED - DEDAŞ’ê tevî çalakiya bi hezaran karkerên li dijî “şertên nebaş ên xebitînê” dane dest pê kirin ev daxuyanî da: “Ji bo hevalên me yên xebatê di şertên herî baş de peywîra xwe bi cih bînin, hesasiyetê nîşan didin.” Karkerên di bin banê Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de dixebitin ji bo mafên xwe li 6 bajaran dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin.    Karkeran bi van daxwazan dest ji kar berdan: “Em dixwazin bibin endamên sendîkayê. Em daxwaza meaşê kêmtirîn dikin û her wiha ji sedî 80’ê meaşê zemkirî, Ji 6 mehan carek îkramiyeya meaş, promosyona bankayê, promosyona cejnên Remezan û Qurbanê, mafên para keda ew didin, bihayê xwarin û rê ku dewletê diyar kiriye, zêdekirina bihayê mesaiyan, bihayê betlaneya fermî, bihayê pêvek ê ji sedî 15 yê vardiya şevê.”   Dema çalakiya karkeran berdewam dikir, DEDAŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. DEDAŞ’ê di daxuyaniya xwe ya li dijî daxwazên karkeran de wiha got: “Ji bo hevalên me yên xebatê di şertên herî baş de peywîra xwe bi cih bînin, hesasiyetê nîşan didin.”   ÎDİA KIR KU LI 6 BAJARAN ÇALAKÎ NÎNIN   Karker li 6 bajar û 70 navçeyan çalakiyan li dar dixin. DEDAŞ’ê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku li hemû bajarên ku lê xebatê dimeşînin çalakiya dest ji kar berdanê nîne û wiha domand: “Hin hevalên me yên difikirin başbûnên hatine kirin tê re nakin, ji bo mafên xwe bînin ziman çalakiyê li dar dixin.”