Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket 2023-07-21 16:25:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata welatparêzek kurd ku penaberê siyasî ye û li başûrê Kurdistanê bicih bûye, ji bakurê Kurdistanê cil û berg dişîne jêre. Derket holê ku MÎT’ê GPS (amûra şopandinê) xistiye nava cil û bergên wî.   Zext û êrişên Tirkiyeyê li dijî welatiyên kurd berdewam dikin. Bi taybetî li başûrê Kurdistanê heya niha gelek welatparêzên kurd ên ji bakurê Kurdistanê ji aliyê MÎT’ê ya Tirkiyeyê ve hatine kuştin. Welatparêzên ku sîxuriya wan qebûl nakin, dibin armanca êrişan.    Li gorî nûçeya RojNewsê; MÎT’ê vê carê li dijî welatparêzên kurd bi rêbazek cuda bikar anî. Derket holê ku MÎT’ê GPS (amûra şopandinê) xistiye nav pantalonê welatparêzek kurd.   Welatparêzek Kurd ê ji bakurê Kurdistanê ku ji ber rewşa xwe ya siyasî li başûrê Kurdistanê bicih bûye û nexwest navê xwe bide ji ajansê re axivî ye.    DI NAVA CILÊN WÎ DE AMÛRA ŞOPANDINÊ DERKET    Welatparêzê kurd destnîşan kir ku wî ji malbata xwe ya li bakurê Kurdistanê hinek cil û berg xwestibû, malbat jî bi rêya malperek  peywendiyan ya li Tirkiyeyê, ya bi rêya online cil û berg kiriye û got: “Cilên min bi rêya kargoyê hatin. Dema cil û berg gihîştin ber destê min, GPS (amûra şopandinê) ji nav cilan derket. Malbata min ji bazara online (Trendyol) ku malperek bi nav û deng ya bazirganiya online ya Tirkiyeyê ye û di bin çavdêriya dewletê de ye, cil û bergên min kiriye. Lê dema cil gihîştin destê min, dema min pantolon vekir, destê min bi tiştek hişk ket. Dema min vekir û lênihêrî ku amûrek şopandinê xistine nava pantolon."