Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin 2023-07-21 14:08:13   AMED - Karkerên DEDAŞ’ê yên ji bo mafên xwe dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin xwestin daxwazên wan bên qebûlkirin û heke neyên qebûlkirin dê çalakiyên wan bidomin.    Karkerên di bin banê Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de dixebitin ji bo mafên xwe li ber Midûriyeta DEDAŞ’a ya Amedê dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin.    Karker van daxwazan dikin: “Em dixwazin bibin endamên sendîkayê. Em daxwaza meaşê kêmtirîn dikin û her wiha ji sedî 80’ê meaşê zemkirî, Ji 6 mehan carek îkramiyeya meaş, promosyona bankayê, promosyona cejnên Remezan û Qurbanê, mafên para keda ew didin, bihayê xwarin û rê ku dewletê diyar kiriye, zêdekirina bihayê mesaiyan, bihayê betlaneya fermî, bihayê pêvek ê ji sedî 15 yê vardiya şevê.”    Karkerên ku li baxçeyê DEDAŞ’ê kom bûn, daxwaza mafên xwe kirin. Rayedarên DEDAŞ’ê xwestin rojnamevan ji baxçe bên derxistin. Karkeran li ber vê nerazîbûn nîşan da û dirûşm berz kirin.    Li ser navê karkerên çalakî li dar xistin Yusuf Gunerî axivî û diyar kir ku bi salane ew di bin şert û mercên giran de bi meaşê kêm dixebitin û got: “Armanca me li vir ne ew e ku em tiştek neyînî derxin. Em daxwaza maf û azadiyên xwe dikin. Em dixwazin meaşê me bên zêdekirin, her cure meaşên me yên din bên zêdekirin.”    ‘BILA DAXWAZÊN ME BÊN QEBÛLKIRIN’    Gunerî anî ziman ku karker jiyana xwe ji dest didin û her sal gelek karker di oxira kar de canê xwe ji dest didin. Gunerî da zanîn ku wan kare xwe asteng nekiriye û got: “Li gel ku gelek caran nûneran hevdîtin kirin jî rêveberî daxwazan qebûl nake. Dixwazin em bi meaşê kêm û bi şertên berê bixebitin. Em wan şertan qebûl nakin. Rewşa aboriyê li holê ye. Êdî em enikarin debara xwe bikin. Bila demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”    Guner hevdîtina nûneran a li gel rayedarên şirkete ku du roj berê pêk anîne bi bîr xist û got: “Dewletê ji bo xwarinê ji sedî 24 zem diyar kiriye. Lê tenê ji sedî 1 zêde kirin. Gotin wê ji sedî 47 bihayê xwarinê bê zêdekirin. Ev tişt qet me qanih nakin.”    ‘ME HER TIŞTÎ DAYE BER ÇAVÊ XWE’    Gunerî daxwazên karkeran rêz kir û wiha axivî: “Karker bi gefa ku ji kar derxin re rû bi rû ne. Gef tên xwarin. Heke karkeran ji kar derxin, her kesî her tiştî daye ber çavê xwe. Em ji vê deqîqeyê şûn ve êdî naxwazin bi heman şertan bixebitin. Daxwaza me û hemû karkerên li bajarên din ev e. Heke ew dikarin bi vî meaşî û bi van şertan bixebitin bila kerem bikin werin bi me re li qadê bixebitin. Bila tenê çend rojan bixebitin. Em tenê ricaya hinek empatiyê dikin.”    Karkeran bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dawî li çalakiya xwe anîn.