Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin 2023-07-21 12:34:28   ENQERE - Îdianameya Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav de ya 49 kesan hat amadekirin û pêşkêşî dadgehê hat kirin.    Lêpirsîna derbarê Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav de 5 jê girtî 49 kesan temam bû. Muftuoglû û Yilmaz ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê di 3’yê gulanê de hatin girtin. Îdianameya 49 kesan ku temam bû pêşkêşî 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin.    Dadgeh dê di nava 15 rojan de ya îdianameyê qebûl bike yan jî dê red bike.    ÇI BÛBÛ?   Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran operasyon hatibû lidarxistin. Di serdegirtinên malan de 19 kes hatibûn binçavkirin. Lê bi giştî derbarê 49 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav binçavkiriyan de bûn. Fîlîz Yilmaz piştî îfadeyên li dozgeriyê hatibû berdan. 15 kes bi daxwaza girtinê û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Enqereyê hatibûn kirin.    Dadgeriyê derbarê rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû, Erol Balci, Abdurrahîm Tanyerî û Ramazan Debe de biryara rgirtinê da. Hevjîna Sedat Yilmaz, Selma Yilmaz, Cahît Kanbay,  Cîhan Guneş, Îsamîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmut Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî ya îmze û qedexeya derketina derveyî welat hatibûn berdan.