Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin 2023-07-21 11:54:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên TOBB’ê di meha Hezîranê de 1938 şîrket hatin girtin, di 6 mehên ewil ên salê de jî bi giştî 9 hezar û 852 şirket hatin girtin.    Yekitiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) îstatîstîkên şirketên di meha hezîrana 2023’yan de hatine avakirin û girtin aşkere kirin. Li gorî vê di meha hezîranê de 1938 şirket hatin girtin bi vî awayî di 6 mehên ewil ên salê de jî bi giştî 9 hezar û 852 şirket hatin girtin.    SEKTORÊN HERÎ ZÊDE HATIN GIRTIN    Li aliyê din li gorî daneyên TOBB’ê 634 ji şîrket û kooperatîfên di meha hezîranê de hatin girtin, di sektora tomerî û perakende û tamîrkirina wesayîtên bimotor û motosîkletan de cih digirin. Hate diyarkirin ku 250 jê di sektora îmalatê de cih digirin û 223 jî di sektora înşeatê de cih digirin. Ji fîrmayên bazirganî yên şexsî yên ku vê mehê girtî 1107 di bazirganiya tomerî û firotina perakende û tamîrkirina wesayîtên bi motor û motorsîkletan de, 392 di înşeatê de  û 278 jî di sektora hilberînê de cih digirin.