Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn 2023-07-21 10:42:13   WAN - Di lêpirsîna derbarê 3 kesên ku Suleyman Soylû weke “di nava amadekariya çalakiyê de ne” hedef nîşandabûn de, biryara “neşopandinê” hat dayîn.     Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylû, di daxuyaniya xwe ya di 22’yê kanûna 2022’yan de diyarkiribû ku li Wanê 5 kes bi îdiaya “di nava amadekariya çalakiyê de ne û ji Kelereş hatine” hatine binçavkirin. Soylû îdia kiribû ku gelek çek û muhimmat hatine bidestxistin û kesên hatine binçavkirin hedef nîşandan. Hatibû diyarkirin ku hejmara kesên piştî hedefnîşandana Soylû hatine binçavkirin ne 5, 4 kes in. V.K., K.K. û F.K. yên sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Nobedar hatin kirin, hatin berdan û C.H. jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna derbarê 3 kesên hatibûn berdan de bi rê ve dibir temam kir. Dozger, bi hincetên “hêmanên sûc û guman û delîlên têrker nehatine bidestxistin” têkildarî lêpirsînê biryara “neşopandinê” da.    DOZGER: DELÎL TUNE YE   Dozger ê bal kişand ku li malên kesên hatine binçavkirin tu hemanên sûc nehatine dîtin, diyar kir ku ji bo doza cemaweriyê bê vekirin delîl û gumanên têrker nehatine bi destxistin û biryara neşopandinê da.    MA / Adnan Bîlen