Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere 2023-07-21 09:05:08   STENBOL - Parêzer Esra Bîlen anî ziman ku sererastkirina qanûna înfazê ya di Qanûna Torbeyî de ku girtiyên siyasî nahewîne, li dijî hiqûqê ye û got ku dewlet bi vê sererastkirinê dixwaze heyfê ji girtiyên siyasî bigire.    AKP'ê bi hinceta erdhejê Qanûna Torbeyî ku tê de sererastkirina qanûna înfazê jî heye, berpêşî Meclisê kiribû. Teklîfa qanûna navborî di 13'ê tîrmehê de li Meclisê hat qebûlkirin. Li gor guherînên hatine kirin; girtiyên ji ber covîd-19'ê bi destûr in, ên cezayê wan 5 sal û di biniya pênc salan re dê car din neçin girtîgehê û dê cezayê xwe yê mayî bi kontrolkirina şertê înfaz bikin. Li gor guherîna hatiye kirin; kesên ji 31'ê tîrmehê şûn ve bikevin girtîgehê û girtiyên ku qismek cezayê xwe temam kirine, bi şertê "başbûnê" dê 3 salan zûtir karibin biçin girtîgehên vekirî.    Lê belê li gor guherînên hatine kirin dê girtiyên siyasî sûdê ji çûna girtîgehên vekirî yan jî berdan bi şertî negirin. Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Esra Bîlen diyar kir ku sererastkirina hatiye kirin li dijî hiqûqê ye û cihêkariyê dihewîne.    CUDATIYA SERERASTKIRINA NÛ   Bîlen diyar kir ku mirov dikare vê sererastkirina înfazê di statuya "efûya taybet" de binirxîne û got ku ger ev efû têkeve meriyetê dê bi hezaran girtiyên edlî bên berdan. Bîlen da zanîn ev sererastkirin gelek newekheviyan di xwe de dihewîne û got ku divê ev sererastkirinê ji serarastkirinên înfazê yên berê cudatir bê nirxandin. Bîlen wiha axivî: "Di dema pandemiyê û piştî wê de jî çend caran qanûna înfazê sererast kiribûn. Gava mirov li van sererastkirina mêze dike, ji bo nimûne, ji xeynî girtiyên siyasî, kesên ji ber 'kuştina bi qesdî, sûcên zayendî, bazirganiya tiryakê' hatibûn girtin jî derî vê hatibûn hiştin. Lê di vê sererastkirinê de cara ewil tenê girtiyên siyasî li derî qanûna înfazê tên hiştin."     'PERGALA CEZAKIRINA GIRAN NE MIROVÎ YE'   Bîlen diyar kir ku desthilatê ji ber hin sedeman di li gel girtiyên siyasî hin girtiyên edlî jî li derî sererastkirinên înfazê yên berê dihişt û got: "A rast, dewlet ji bo ku cihêkariya li hemberî girtiyên siyasî rewa bike digot, 'Ma em ê rabin kujeran, tecawizkaran an jî baronên tiryakê berdin?' û bi vî awayî dixwest peyam bide ku cihêkariyê nake. Paşê jî van kategoriyên sûcî li derî sererastkirinên înfazê dihişt. Lê belê di sererastkirian nû de em dibînin ku pêdivî bi vê hewldana rewakirinê jî nabîne. Gava ez vê dibêjim ez nabêjim ku bila sûcên edlî an jî hin sûcên din li derî vê bên hiştin. Ev pergala cezakirian giran ji bo tu kesî ne mirovî ye."    'PERGALA NETEW-DEWLETÊ MAKÎNEYA SÛCAN E'   Bîlen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rêjeya sûcên edlî zêde bûye û ji ber vê jî girtîgeh bi ser kapasîteya xwe ketine û got ku ev sererastkirin jî ji ber vê ketiye meriyetê. Bîlen anî ziman ku zêdebûna sûcên edlî rasterast girêdayî polîtîkayênd esthilatê ye û wiha got: "Gava em li rêjeya cezayên Tirkiyeyê dinêrin hem tevdîreke giştî hem jî tevdîreke girîng nehatiye girtin. Ji lew re li vir kesên sûcan dikin, ne kategoriyên sûc in. Em bi pergaleke netew-dewletê ya ku vê pirsgirêkê hildiberîne û ji exlaqê bêpar re rû bi rû ne. A rast, pergala netew-delwetê makîneyeke sûcan e."    'REFLEKSA PARASTINA SERDESTIYÊ'   Bîlen destnîşan kir ku dewlet li hemberî girtiyên siyasî refleksa "parastina serdestiyê" nîşan daye û lewma wan li derî hemû sererastkirian girtiye û wiha domand: "Refleksa her dewletê parastina serdestiya xwe ya. Ji bo parastina vê serdestiyê jî ji tu sûcan an jî avakirina pergalan xwe nade der. A rast ev sûc e, lê ji ber ku mekanîzmayeke ku dewletan bidarizîne tune ye, em vê wekî sûc bi nav nakin, lê wekî binpêkirina qedexeya cihêkariyê binav dikin. Dewlet niha tenê girtiyê siyasî wekî kesên gefê li serdestiya dewletê dixwin dihesibîne."    'BI HESTA HEYFHILANÎNÊ NÊZ DIBIN'   Bîlen anî ziman ku ev sererastkirina qanûna înfazê bêhiqûqî ye û got ku desthilat bi vê sereratskirinaê helwesta heyfhilanînê dide der. Bîlen destnîşan kir ku tu sererastkirineke înfazê di kategoriyeke cuda de nayê nirxandin, lê belê dewlet bi vê sererastkirinê peyameke zelal dide civakê û got: "Dibêje, 'hûn dikarin jinan bikujin, hûn dikarin destdirêjiyê bikin, hûn dikarin tiryakê bifiroşin hwd. Lê tenê li hemberî serdestiya dewletê li tu tiştî enfikire û tevnegere."