ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-21 09:00:11 * Siyasetmedar Yuksel Mutlu diyar kir ku Lozan ji bo jinan tê wateya “sazîbûna pergala baviksalarî” û got: “Em dikarin ji Lozanê bibihûrin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye. Heke em têkoşîna xwe xurt bikin, wê navê Lozanê jî neyê ser ziman.”    * Li Serêkaniyê 2 polîs hatibûn kuştin. AKP'ê jî piştî vê bûyerê bi "Plana Çokşikandinê" konsepta xwe ya şer xistibû dewrê. Ciwanên ku kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê ketibû stuyê wan, behsa senaryoya trajîkomîk kirin.    * Parêzer Esra Bîlen anî ziman ku sererastkirina qanûna înfazê ya di Qanûna Torbeyî de ku girtiyên siyasî nahewîne, li dijî hiqûqê ye û got ku dewlet bi vê sererastkirinê dixwaze heyfê ji girtiyên siyasî bigire.    * Der barê 26 rêveber û endamên HABER-SEN'ê de ku nelirêtiyên li Midûriyeta PTT'ê ya Amedê kirin rojev, lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.    * Pirtûkxaneya Gel a Edaletê ya Sincanê ku girtî mehê carekê sûdê jê digirin, parvekirina agahiyên şexsî li girtiyan ferz kir.    * Hunermend Alî Baran ê ji ber muzika kurdî çêdikir bi salan bi zextên dewletê re rû bi rû ma wiha got: “Li Tirkiyeyê zexteke ji ya serdema Kenan Evren bêtir heye. Ya vê dike jî AKP ye. Divê qedexebûna kurdî ya li vê serdemê bê şermezarkirin.”   * HDP û Partiya Çepên Kesk dê li navçeya Hezroyê ya Amedê civîna gel li dar bixe. (11.00-17.00)