Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin 2023-07-20 15:56:04 XARPÊT - Cenazeyê endama YJA Starê Sîbel Çelîk a li Şirnexê de şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Xarpêtê hat veşartin.  Endama YJA Starê Sîbel Çelîk (Tavîn Têkoşîn) di şerê 21’ê çileya 2022’yan de li Herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Sîbel Çelîk li Goristana Yalim Elez a Wanê hatibû veşartin. Malbata Çelîk ji Almanya hat Wanê û cenazeyê keça xwe wergirt û bir Xarpêtê. Malbatê cenazeyê keça xwe li Goristana Sînanlarê ya gundê Sûgozu yê bi ser navenda Xarpêtê ve di dorpêça polîsan de veşart.    HPG’ê têkildarî wî şerî daxuyanî dabû û ragihandibû ku di şerê 21’ê çile de Rojbîn Dêrsim (Raife Kutlak) Delîla Goyî (Evîn Encu), Sila Faraşîn (Hamdiye Tekbudak), Dîrok Serhed (Leyla Sain) û Nûda Arîn (Zozan Ocal) jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê malbata Zozan Ocal a li Wanê çû cenaze wergirt û anîn li taxa Yalim Elezê veşartibûn. HPG’ê paşê dîsa daxuyanî da û diyar kiribû Zozan Ocal jiyana xwe ji dest nedaye û ya ku jiyana xwe ji dest daye Sîbel Çelîk (Tavîn Tekoşîn) e. Piştî vê daxuyaniyê malbata Çelîk ji Almanya hatibû Wanê û serî li Serdozgeriya Wanê dabû. Piştî ku nimûneya DNA’yê ya cenaze û malbatê li hev hat, cenaze radestî malbatê hat kirin.