‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike' 2023-07-20 09:08:34   WAN - Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Sevgî Ozdînç anî ziman ku şerê li Kurdistanê bi xwe re şideta li jinê tê kirin jî zêde kiriye û got ku dê li dijî vê yekê bi awayekî rêxistinkirî bitêkoşin.    Li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan RAwestînin (KCDP; di 10 salên dawî de 4 hezar û 12 jin hatine qetilkirin. Li gor daneyên JINNEWS'ê jî; di meha çileyê de 40, di meha sibatê de 20, di meha adarê de 38, di meha nîsanê de 40, di meha gulanê de 62, di meha hezîranê de 49 jin hatine qetilkirin. Li gor daneyên Komeleya Jinan a Starê jî; di 6 mehên ewil ên sala 2023'yan de li Wanê 8 jê bi awayekî guman 10 jinan jiyana xwe ji dest daye.    ŞIDETA LI JINÊ TÊ KIRIN ZÊDE DIBE   Rêvebera Komeleya Jinan a Starê ya li Wanê Sevgî Ozdînç anî ziman ku kuştina jinan û tahdeya li jinan tê kirin zêde bûye û bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê ya dewletê. Ozdînç diyar kir ku di serlêdanan de yên li komeleya wan hatine kirin li gel şideta fizîkî şideta hestî ya aborî jî hene û got: "Gelek sedemên zêdebûna şidetê hene. Bi taybetî jî li Kurdistanê şerek heye. Di pêvajoyên şer de, ewilî jin û zarok bi xetereyê re rû bi rû diînin. Ji lew re hem rastî şideta dewletê tên hem jî ji ber ku ji aliyê desthilatê ve nayên parastin, rastî şideta mêran tên."   ‘ŞER ŞIDETÊ ZÊDE DIKE'   Ozdînç bilêv kir ku şerê li Kurdistanê dibe sedema şidetê jî û got: "Em jin ji ber ku bi piranî li kuçeyan e û kirdeya têkoşînê ne, ewilî em rastî şideta dewletê tên. Dewlet û desthilat, bi taybetî berê xwe didin jinan. Ji lew re jin heya dawiyê têdikoşin. Lewma ewilî jin dibin hedefa şidetê."    Ozdînç bal kişand ser awayên şideta dewletê ku li jinan dike û wiha got: "Heya demeke nêz jî em daneketin kuçeyan. Daxuyaniyên me, meşên me û mitîngên me ji aliyê dewletê ve dihatin qedexekirin. Gava em dadiketin kuçeyan, şideta fizîkî ya dewletê di cî de rû dida. POlîtîkaya dewletê heye, lê li gel vê polîtîkaya desthilatê jî heye. Ji lew re desthilateke muhafizekar a rastgirt heye. Ev desthilat dixwaze jin ji malê dernekeve. Jinên muxalif, ji bo wan kirdeya şidetê ne. Ji aliyê dewletê ve li jinan şideta aborî jî tê kirin. Jin, ji bo domandina jiyana xwe pêdivî bi hêzele aborî dibînin, lê di demên daw,î de ji vê yekê bêpar hatine hiştin. Zimanê dewletê yê li hemberî jinan jî, şidetê dihewîne."    POLÎTÎKAYA DEWLETÊ   Ozdînç anî ziman ku çavkaniya şideta li jinê tê kirin polîtîkaya desthilatê ye û wiha domand: "Qeyûmên ku ji sala 2016'an ve tayinî şaredariyan hatin kirin, hemû saziyên jinan girtin. Êrişî pergala hevserokatiyê kirin. Gelek jin hatin girtin. Gelek jin hatin îxrackirin. Ji sedî 70'yê jinan ji kar hatin derxistin. Stargehên jinan, navendên şêwirmendiyê hatin girtin. Ji jinan ditrisin. JI lew re me xebatên xwe li ser esasên temsîliyeta wekheviyê dimeşand. Li Kurdistanê temsîliyeta wekheviyê dihat çêkirin, lê dewletê xwest pêşî li ber bigire."   Ozdînç diyar kir ku sedemeke zêdebûna şideta li Kurdistanê jî newekehviya zayendiya civakî ye jî.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA RÊXISTINKIRÎ MEZIN BIKIN'   Ozdînç bal kişand se rpolîtîkaya bêcezatiyê jî û wiha axivî: "Mêr nayên cezakirin. Cezayê wan tê kêmkirin. Bi ser de jî mêrantiya wan tê bilindkirin. Li gel vê 'şideta kesên biunîforma' jî heye. Leşke rû polîs tahdeyê li jin û zarokan dikin, dest dirêjî wan dikin. Lê di vir d ejî polîtîkaya bêcezatiyê tê pêkanîn. Ji bo pêşîgirtina li van bûyeran, ewilî divê hiqûq bê pêkanîn û dest ji polîtîkaya bêcezatiyê bê berdan. Lewma em ê têkoşîna xwe ya di vî warî de her roj birêxistin bikin û mezin bikin."    MA / Omer Akin