'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in' 2023-07-20 09:06:06 AMED - Amediyan ku bal kişandin ser bihabûnê, gotin: "Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in. Sedema vê jî rêveberên vî welatî ne."    Li Tirkiyeyê her roj fiyet biha dibin; fiyeta benzîn, mazot, gaz, erzaqên xwarin û vexwarin, lixwekirin û hemû tişt hatin bihakirin. Her ku kûrên dowîzê zêde dibin fiyet jî biha dibin. Herî dawî li ser hev du fiyeta nan, av û heqê rê hatin bihakirin. Li Amedê nan bû 10 lîre û heqê rê jî ku demek berê bûbû 10 lîre, tê gotin dê car din bê zêdekirin. Amediyan bertek nîşanî bihabûnê dan.    HER TIŞTÎ ZEM DIKIN    Azîz Bozkûrt ku di dest wî de valîz hebû û li benda dolmîşa otogarê ye, ragihand ku dê ji bo karê înşeatê biçe Mûglayê. Bozkûrt bilêv kir ku êdî guh li bihabûnê nake û got: "Belkî desthilat biguhere û em hinekî rihet bibin. Êdî em nizanin em ê çi bikin. Em ber xwe nabînin. Ez ji bo karê înşeatê diçim Mûglayê."   Mehmet Mîrbey ku dergevanê avahiyekê ye got: "Fiyetên bazarê, yên marketan, ên zebze, fêkî û berên şîr bi giştî biha bûn. Hefteya borî kîloya penîrê selemûra 80 TL bû, lê sê roj berê bû 120 TL. Ez îro çûm, gotin 140 TL ye." Mîrbey diyar kir ku fiyetê kirêyan jî biha bûye û got: "Kirêvanên berê 2 hezar û 500 TL didin. Lê yên nû 3 hezar û 500 TL'yî didin. Gava sal temam bibe dê xwediyê xanî 8 hezar TL bixwaze. Kirêvan jî dibêje 'ez ê 4 hezar û 500 TL'yî bidim, dixwazî qbeûl bike dixwazî qebûl neke. Tu dikarî min bidî ber dadgehê'."   'ÊN EZIYETÊ DIKIŞÎNIN XIZAN IN, ÊN KÊFÊ DIKIN ZENGÎN IN'   Mîthat Ferîkoglû jî wiha axivî: "Li Tirkiyeyê jiyana bê zem, jiyana bêxeyal e. Mixabin tu roj bêyî ku zem neyê kirin derbas nabe. Ji çar payên mirovan sê pay jê li kafeyan e û ji çar payan payek jî di nava kêfê de ne. Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên di nava kêf û xweşiyê de ne jî zengîn in. Sedema vê jî rêveberên vî welatî ne."    'SEDEM RÊVEBER IN'   Mehmet Guleş jî anî ziman ku her tişt biha ye û nikarin tu tiştî bikirin û got: "Rûn, benzîn, mazot, kirê... her tişt biha ye. Ên nikaribin heqê kirêya xwe bidin wan ji malê derdixin. Sedema van titşan rêveberên vî welatî ne."    Ahmet Kaya jî diyar kir ku ew kesekî teqawidbûyî ye û got: "Sedema vê bihabûnê ew kes in ku raya xwe dane AKP'ê. Ev yek sererast nabe. Her biçe dê xirabtir bibe. Helbet em dixwazin baş bibe, lê nabe."    Mursel Aslan ku got "Ji nan heya avê her tişt biha bûye" wiha axivî: "EM vê bihabûnê heq dikin. Em ya xirabtir heq dikin. Hê em çi bibînin. Ev hê ne tiştek e. Xwedê alîkarê me be."    ‘EM SIMÎTAN DIXWIN'   Abdulvahap Kaplan ê 66 salî jî anî ziman ku karê rojane dike û got: "Dewlet tim aliyê zenîngînan dike. FEqîr jî di halê xwe de ne. Ez ji şeveqê heya êvarî li vir rûdinêm ez dibêjim belkî karek bi dest min bike. Gava em li bend akar disekinin em tim simîtan dixwin. Bila aştî, biratî û yekîtî çêbibe. Bila mirova karibin titşekî bixwin. Em nikarin goşt bixwin, êdî em hatine wê astê ku em nikarin firingî û xiyaran jî bixwin. Me got em di cejnê d ekîloyek goşt bikirin, lê kîloya wê 400-500 lîre bû."    Ahmet Akin ê 70 salî ku tizbî û hesteyan difiroşe jî wiha got: "Geqîr nikarin tiştekî bixwin. Bi gundoran di ser feqîran re derbas bûn. Ez 70 salî me, lê heya êvarî hesteyan difiroşim. Ez nikarim teqawid jî bibim. Ev zilam (Tayyîp Erdogan) çima neçû? Xwezî bi.ûna. RAdibe 500 lîreyî, hezra lîreyî li meaşê feqîran zêde dike. Lê a din a rojê car din ji wan distîne. Fiyetê nan 10 lîre ye. Kes ji halê feqîran fêm nake."