ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-20 09:00:12   * Hevserokê MATUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol diyar kir ku agahî negirtina ji Îmraliyê fikaran zêde dike û ew dixwazin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.   * Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak anî ziman ku daxwaza herî mezin a civînên gel ên li Amedê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Ji bo rakirina tecrîdê dê yek ji xebatên me yên girîng jî ew be ku em têkoşînê bi gel re birêxistin bikin."    * Amediyan ku bal kişandin ser bihabûnê gotin: "Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in. Sedema vê jî rêveberên vî welatî ne."    * Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Sevgî Ozdînç anî ziman ku şerê li Kurdistanê bi xwe re şideta li jinê tê kirin jî zêde kiriye û got ku dê li dijî vê yekê bi awayekî rêxistinkirî bitêkoşin.    * Xizmên 33 "rêwiyên xeyalan" ku 8 sal berê ji aliyê DIAŞ'ê ve hatin qetilkirin, xwestin ku kesên piştgirî dane kujerên DAIŞ'î û alîkariya wan kirine bên darizandin.   * Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê wê li gelek bajaran li ser gorên xwe bên bibîranîn. (11.00 -19.00)   * Şaxa OHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Metrîsê tê ragirtin dê li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.00)   * HDP û Partiya Çepên Kesk dê li navçeyên Gêl û Pîranê yên Amedê civînên gel li dar bixe. (13.30-19.00)