Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir 2023-07-19 15:33:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies ê ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû di 68 saliya xwe de koça dawî kir.    Nivîskar-rojnamevan û endamê Partiya Karkerên Sosyalîst a Şoreşger Ronî Margulies ev demek e bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dihat tedawîkirin. Morgulies di 68 saliya xwe de koça dawî kir. Margulies di sala 1955’an de li bajarê Stenbolê hatiye dinê. Piştî ku Koleja Robertê temam kir di sala 1972’yan de diçe Londrayê, salên dirêj li wir dimîne û paşê jî vedigere.    Pirtûkên ku Margulies nivîsandine ev in: Her Rind Bilir (1991), Gun Ortasinda (1992), Magrur Olma Padişahim (1994), Bîlîrim Niye Yanik Oter Ney (1996), Elsa (2000), Saat Farki (2002) û TK1980 (2006).