Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat 2023-07-19 15:16:57   ENQERE - Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Altindaga Enqereyê êrişa çekdarî pêk hat.    Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Altindaga Enqereyê di saetên şeve de ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve êrişa çekdarî pêk hat. Guleyek li cama avahiya HDP’ê ketiye. Di wê saetê de kes li avahiyê nebûye û ziyan gihîştiye avahiyê.    Polîs hatin cihê bûyerê û nehiştin kes nêzî avahiyê bibe û rojnamevanan jî asteng kirin.