Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin 2023-07-19 14:28:20 MÊRSÎN - Di rapora binpêkirina mafan a têkildarî girtîgehên Herêma Çûkûrovayê de hat destnîşankirin ku lêgerîna tazî tê kirin û hate xwestin ku pêkanînên kêfî bi dawî bibin.    Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Mêrsînê û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TÛAY-DER) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Çûkûrovayê li avahiya Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Mêrsînê Halîl Gungor ê di civînê de axivî, anî ziman ku cihên herî zêde binpêkirinên mafan lê diqewimin girtîgeh in.    ‘JI KAPASÎTEYA GIRTÎGEHAN DERBAS BÛ’   Gungor, diyar kir ku bi girtinên dawî kapasîteya girtîgehan hatiye derbaskirin û wiha got: “Derbaskirina kapasîteyê ya li girtîgehên Çûkûrovayê di heman demê de zêdebûna sirgunan jî bi xwe re anî ye. Girtî sirgun û sewqî girtîgehên bi hezaran kîlometreyan dûrî malbatên xwe hatine kirin. Xwe gihandina mafê tenduristiyê, bi pêkanînên weke mûayeneya bi kelemçe, kêmbûna hejmara bijîşkan a li revîrê û beriya çûna nexweşxaneyê ferzkirina lêgerîna nava dev tê astengkirin.”   Gungor, anî ziman ku dema sewqan de girtî bi paş ve tên kelemçekirin, personelên girtîgehê bi awayekî devkî û fîzîkî tên tacîzkirin, cihê hewadariyê bi têlên demir hatiye girtin, girtiyên edlî tên teşwîqkirin ku deng derxînin û gelek caran lêgerîn tên kirin. Gungor di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Malbatên girtiyan yên li gelek girtîgehan tên hevdîtinê di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî tên kirin û bi awayekî tund ser wan tê gerandin.”   DAXWAZ   Gungor, li dijî binpêkirinên mafan ên diqewimin ev daxwaz rêz kirin:    “*Divê bê misogerkirin ku tedawiya girtiyan bi rêk û pêk di nava şert û mercên guncav de bê kirin. Divê mekanîzmayên saziyî werin avakirin ku ji bo xwe gihandina bijîşk û yekîneyên tenduristiyê yên girtiyên nexweş bi lez û bi bandor tevbigerin. Di vê çarçoveyê de bê ewlekirin ku girtiyên ji ber şert û mercên tenduristiyê yên divê bên berdan, bêyî astengiyên weke qanûn danîne holê yan jî pêkanînên Tiba Edlî bên berdan.   * Divê derbarê berpirsyaran de lêpirsînên îdarî û edlî bên birêvebirin û pêşiya necezakirinê bê berdan.    * Divê dest ji her cure pêkanînên kêfî yên ku mafan bin pê dike bê berdan.    * Girtîgehên ku girtî wê jiyana xwe bidomînin, bi berçavgirtina şert û mercên erdnîgarî û avhewayê yên cihê ku ew ê jiyana xwe lê dewam bikin, bên afirandin û nûkirin. Li herêmên ku germahî lê zêde ye klîma tên zêdekirin û klîmayên tên xwestin nayên dayîn; ji ber vê yekê aşkere ye ku girtî wê zehmetiyê bikişînin.    * Divê şertên tecrîdê bên bidawîkirin û şertên girtîgehan bên sererastkirin.”   Gungor, herî dawî bang li Wezareta Dadê û CPT’yê kir ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin.