Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye 2023-07-19 13:14:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya Mazlum Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan daye destpêkirin di roja 63'ymîn de didome.    Di 17 tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş hate kirin. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan mirin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er jî bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.    Dag û Er, ji bo bidawîkirina binpêkirinên weke lêgerînên keyfî, tundiya fîzîkî, heqaret û zexta cilên yektîp, di 18’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya Dag û Er di roja 63'yemîn de didome. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe. Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha jî têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.    HEWLDANÊN MALBATAN   Malbatên Dag û Er ji bo aqûbeta zarokên xwe bipirsin pêr çûbûn Hewlêrê û li gel sazî û dezgehan hevdîtinan dikin.    AVAKIRINA KOMÎSYONÊ   Li gorî nûçeya RojNewsê; ji aliyê Serokê Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan, Wezareta Xebatên Civakî ya Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku ji bo daxwazên Dag û Er bên qebûlkirin, komîsyonek hatiye avakirin. Lê der barê çalakiya Dag û Er de hê tu gav nehatiye avêtin.