ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-19 09:00:01   * Endamê Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê Parêzer Serdîl Îzol diyar kir ku di doza Komakujiya Pirsûsê de kiryarên rasteqîn nehatine darizandin û got ku ew ê bîranîna rêwiyên xeyalan bi pêkanîna edaletê bidin jiyîn.    * Mehmet Ozkan ku kurê wî Ûgûr Ozkan di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku komkujî bi awayekî plankirî hatiye kirin û got: "Dewletê zarokên me kuşt."    * Malbatên ku zarokên wan 8 sal berê di Komkujiya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, destnîşan kirin ku têkoşîna wan a edaletê didome û xwestin faîlên rastî yên komkujiyê bên darizandin.    * Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp ragihand ku gundên Xîzanê bi awayekî ketûber tên bombekirin û got ku li herêmê armanca vê yekê xalîkirina mirovan e.   * Li Êlihê civînên gel ên ji nû ve avakirinê bi beşdariyek zêde tên lidarxistin. Welatiyên beşdarî civînan dibin diyar kirin ku divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe û pêşniyaz dikin ku li şûna biryarên navendî divê ji nû ve meclisên gel bên birêxistinkirin.    * Esnafên navçeya Cizîrê ku ji ber krîza aborî nikarin bazirganiyê bikin bertek nîşanî neçareserkirina krîzê dan û gotin: “Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê ev krîz jî çareser nebe.”   * Civînên gel ên HDP'ê û Partiya Çepên Kesk dê berdewam bikin. (19.30-20.00)