Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin 2023-07-18 16:52:09   AMED - Rêveberên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî serdana Mehmet Emîn Ozkan kirin û xwestin girtiyên nexweş hemû bên berdan.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî duh ji hepsê hat berdan. Rêveberên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li Amedê serdana Ozkan kirn.    Rêveberên HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk, TUHAY-DER, MED-DER, aktîvîstên Tewgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç û gelek kes beşdarî serdanê bûn.    Rêveberan piştî ku serdana Ozkan kirin, li ber mala wî daxuyanî dan.    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN’    Hevserokê TUHAY-DER’ê Vahap Gunay di axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Li her girtîgehek Tirkiyeyê hevalên me yên nexweş hene. Şert û mercên girtîgehan dijwar in. Me di şexsê Mehmet Emîn Ozkan de carek din dît ku şert û mercên girtîgehan çiqas xerab bin. Em dixwazin tevahiya girtiyên nexweş bên berdan.”    RÛMETA MIROVAHIYÊ PARAST   Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî da zanîn ku li dijî Mehmet Emîn Ozkan zilmek zêde hat kirin û wî tevî hemû tiştî jî rûmeta mirovahiyê parastiye û têkoşiyaye. Atasoy anî ziman ku Ozkan li ber tevahiya dilê gelê kurd xwedî cihekî taybet e. Atasoy got ew ê ji bo berdana hemû girtiyên nexweş û tevahiya girtiyan têbikoşin.