Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê 2023-07-18 14:45:55   MELETÎ - Di danişîna doza Malbata Şenyaşar de dîsa Fadil Şenyaşar ê ku 5 sal in di hucreya yek kesî de girtî ye, nehat berdan. Piştî biryarê malbatê ragihand ku dê çalakiya Nobeda Edaletê bibe ber Wezareta Dadê li Enqereyê.    Danişîna 2’yemîn a doza Malbata Şenyaşar ku bi ku têkildarî ferdên wan ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin pêk hat. Dosyeyên “dikan” û “nexweşxaneyê” ku kirin yek li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin.    Gelek parêzerên endam û rêveberên OHD’ê yên şaxên Riha û Dîlokê, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar, Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û nûnerên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê beşdarî danişînê bûn. Xizmên malbatên Yildiz û Şîmşek ku tev li danişînê bûn hewl dan êrişî Emîne Şenyaşar kirin. Leşker ketin navberê û bûn asteng. Leşkeran bi hinceta ku navê rojnamevanan û gelek kesan di lîsteya bikevin eywanê de nîne nehişt bikevin hundir.    Parêzerên malbata Şenyaşar, parêzerên aliyê ku qetlîamê pêk anîn di danişînê de amade bûn. Fadil Şenyaşar ku 5 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de girtî ye, bersûcên girtî Enver Yildzi, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz ên li Xarpêtê girtî ne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hatin kirin.    DADGER HATIYE TAYÎNKIRIN    Piştî tespîta nasnameya serokê dadgehê diyar kir ku tayîna wî derketiye û gengaz e ku şandeya dadgehê biguhere û ew dest ji beyanên şahidan berdidin û şandeya bê dê dîsa li şahidan guhdar bike.    Danişînê bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin berdewam kir.    Parêzerên ji Baroya Agiriyê xwestin daxilî dosyeyê bibin. Parêzerên malbatên Yildiz û Şîmşek qaîdeyê danişînê binpê kirin û nerazîbûn nîşanî daxwaza daxiliya dosyeyê dan. Şandeya dadgehê daxwazaiya Baroya Agiriyê red kir.    Dozger mutala xwe eşkere kir û xwest bersûc bi awayek girtî bên darizandin.    ‘HEKE SÎLEH BÊ DÎTIN DÊ DERKEVE HOLÊ KU SÛCÊ MIN NÎNE’    Fadil Şenyaşar li dijî mutalayê axivî û wiha got: “5 sal in ez girtî me. Ez sûcdariyan qebûl nakim. Ez li ser derew û îftirayan li vir girtî me. Ez tu tawanbariyan qebûl nakim. Sîleh li holê nîne lê ez girtî me. Heke sîleh bê dîtin dê derkeve holê ku ne min gule berda ye. Ji ber ku ne min sûc kiriye sîlehê vedişêrin. Ez parastinên xwe yên berê dubare dikim û dixwazim negirtî bêm darizandin.”    HEWL DAN ÊRIŞÎ EMÎNE ŞENYAŞAR BIKIN    Bersûcên girtî Enver Yildiz, Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî sûcdariyan red kirin û xwestin bên berdan.    Bersûcan ferdên Malbata Şenyaşar wek “terorîst” pênase kirin. Emîn Şenyaşar nerazîbûn nîşanî vê pênaseyê da û wiha got: “Hem zarokên min qetil kirin hem jî ji me re dibêjin terorîst. Terorîst hûn in, hûn li nexweşxaneyê mirovan qetil dikin. Lawê min bi neheqî hatiye girtin.”    Şandeya dadgehê biryar da ku Emîne Şenyaşar ji eywana danişînê bê derxistin. Parêzerên malbatê nerazîbûn nîşanî biryarê dan û destûr nedan ku Emîne Şenyaşar derxin derve.    'BILA YILDIZ Ê AKP’YÎ BÊ GIRTIN’    Paşê parlamenter Ferît Şenyaşar axivî û wiha got: “Hê nobeda me didomiya 8 parêzer guherîn. Piştî çar salan ev doz hat vekirin û li Meletiyê ye. Heke dayika min tênekoşiya belkî doz jî venebûya. Li nexweşxaneyê qetlîam hat kirin. 5 sal şûn ve dîmenên lêkolîna cihê bûyerê gihîştin ber destê me. Wezîrê Dadê digot, ‘edaleta derengmayî ne tu edalet e’. Li nexweşxaneyê wezîr, walî û qeymeqam hebûn. Qetlîm hat kirin. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz dest û linge xwe dihejîne û ji nexweşxaneyê derdikeve. Parêzbendiya wî qediya. Divê bê girtin. Em dixwazin li midûrê emniyetê ku şahide bûyerê ye were guhdarîkirijn. Me bi waliyê berê Abdullah Erîn re hevdîtin kir. Ji me re got ku dîmen di arşîva dewletê de heye. Sûcek li dijî mirovahiyê qewimî. Tu rêxistina terorê li nexweşxaneyê li ser sedyeyê mirov qetil nekirine. 5 sal in birayê min bi awayekî neheq girtî. Em dixwazin were beraetkirin.”    'POLÎSÊN KU MUDAXILE NEKIRINE BERSÛC IN’    Parêzera Malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û destnîşan kir ku polîsên mudaxileyî qetlîamê nekirine bersûc in û xwest Fadil Şenyaşar bê berdan.    Parêzerê malbatên Yildiz û Şîmşek, Bunyamîn Çelîk, heqaret li Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parêzerên Malbata Şenyaşar kir. Şandeya dadgehê ragihand heke ku heqaretan bidomîne dê Çelîk ji eywanê derxe.    Piştî navberê şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û da zanîn ku ew ê guhdariya li Wezîrê Çandiniyê û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakibaba yê wê demê di danişîna bê de binirxîne. Şandeyê biryar da ku dibe Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bi “gumana sûcê bihêz”, Celal Yildiz û Mekaîl Şîmşek jî bi hinceta “komnekirina delîlan” berdana wan red kir û xwest girtî bên darizandin.    EMÎNE ŞENYAŞAR NERAZÎBÛN NÎŞAN DA    Şandeya dadgehê danişînek din taloqî 6’ê cotmehê kir. Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: “Ev edaletek çawa ye, edalet û dewlet tune ye.”    TÊ PAYÎN ÇALAKIYÊ BIBIN ENQEREYÊ    Ferît Şenyaşar di 16’ê tîrmehê de li ber Edliyeya Rihayê di Nobeda Edaletê de axivîbû û diyar kiribû heke birayê wî Fadil Şenyaşar neyê berdan dê Nobeda Edaletê bibin ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê.