Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin 2023-07-18 13:28:46   COLEMÊRG - Cenazeyên Hakîme Koç û Mehmet Aydin ku dema bi Çiyayê Cîlo ve diçûn, di bin keviya qeşayê de mabûn û du roj in lê dihate gerandin hatin dîtin.    Piştî ji koma geştyar a ji welatiyên bi navê Gulay Avcû, Mehmet Aydin, Hakîme Koç û Kemal Avcû pêk dihat ku ji Şirnexê hatin Çiyayê Cîlo yê li Geliyê Cinnet û Cehnemê yê li çoltera gundê Dêzê yê girêdayî navenda Colemêrgê agahî nehat wergirtin, tîmên alîkariya ewil hatin agahdarkirin. Hate zanîn ku welatiyên di pêşengtiya rêber de diçûn Çiyayê Cîlo ketine çala ji ber şikestina keviya qeşayê derketiye holê de mane. Li ser vê yekê ji bo welatiyan ji aliyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Gulay û Kemal Avcû ji aliyê komeke cuda ku ji bo geştê çûne herêmê piştî hewldanên zêde bi awayekî birîndar hatin xelaskirin.    CENAZE HATIN DÎTIN    Cenazeyên Hakîme Koç û Mehmet Aydin ku di bin keviya qeşayê ya Çiyayê Cîlo de mabûn û du roj in lêgerîn dihat kirin, cenaze îro hatin dîtin. Cenazeyê Koç di bin keviya qeşayê de hate derxistin, ji bo derxistina cenazeyê Aydin jî xebat didomin.