Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn 2023-07-18 12:29:40   AMED - Li navçeya Rezanê kêliya ku karkerên DEDAŞ’ê trafo tamîr dikirin, teqîn çêbû û 2 karkerên DEDAŞ’ê birîndar bûn.   Karkerên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li ser cadeya Cengîzler a navçeya Rezana Amedê trafoyê ceyranêtamîr kirin. Di kêliya ku trafo dihat tamîrkirin de teqîn çêbû û karkerên DEDAŞ’ê Mazlûm Dîlek û Nurettîn Karabasan ji ber teqînê birîndar bûn. Karkerên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.