'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin' 2023-07-18 09:01:26   RIHA - Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku polîtikayên tecrîdê ji aliyê hiqûqî ve dibe sedema gelek binpêkirinan û got ku heta tecrîd hebe dê mafên mirovan ku hatine bi destxistin jî di bin xeterê de bin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployê navneteweyî hat girtin û 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F'yê de di bin tecrîdeke giran de ragirtî ye, 28 meh in tu agahî jê nayê girtin. Her wiha agahî ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ên li cem Ocalan girtî ne jî nayê girtin. Tevî ku gelek caran Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Konseya Meclisa Parlamenterên Ewropa (KMPE) der barê sepanên tecrîde de Tirkiye hişyar kiribû jî tecrîd bi hemû binpêkirinên mafên mirovan ve berdewam dike.    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke binpêkirinên hiqûqî yên ji ber tecrîde nirxand û got ku heta tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan ku hatine bi destxistin di bin xeterê de bin.    'TECRÎD YEK JÎ PARÇEYA STRATEJIYA ŞERÊ TAYBET E'   Oyke bi lêv kir ku sepanên tecrîde li dijî qanûnên Tirkiye û DMME'yê ne û wiha got: "Li gor qanûnên DMME'yê qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran yek jî binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan in. Di hiqûqa nûjên a dinyayê de sepana tecrîdÊ hatiye qedexekirin lewma li tu cihekî wek vê sepana tecrîde ku li ser birêz Ocalan tê meşandin tune ye. Ji ber wê jî sepana tecrîde taybetî ji bo birêz Ocalan tê meşandin û bi hiqûqê nayê pênasekirin. Sepana tecrîdê ku li ser birêz Ocalan tê meşandin bi rewşa siyasî ve giredayî ye. Desthilat dixwaze fikr û rêmanên birêz Ocalan negehejê civakê. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin yek jî parçeyekê stratejiya şerê taybet e."    'TECRÎD QAÎDEYÊN HIQÛQÊ JÎ BINPÊ DIKE'   Oyke destnîşan kir ku sepana tecrîde dibe sedema binpêkirinên qaîdeyên hiqûqê û ev tişt anîn ziman: "Desthilat dixwaze nêrîn û dengên li dijî wê tune bike. Ji ber wê jî sepana tecrîdê li ser hemû civakê ferz dike. Mînaka herî şênber jî girtina rojnameger Merdan Yanardag e. Merdan Yanardag li ser tecrîdê çend gotin kirin û pişt re jî demildest hat girtin. Lê dema meriv bertekên li dijî girtina Yanardag dinêrê hemû jî li ser parastina azadiya fikr û remanan e lê ne tenê ev, divê meriv sepana tecrîde jî bibîne ku çawa li ser mirovan weke amûrekî zextan tê bikaranîn. Ji ber wê jî divê hemû pêkhateyên civakê li dijî sepana tecrîdê derkevin û ji bo bi dawîkirina tecrîdê di nav hewldanan de bin."   'DIVÊ HEMÛ KES LI DIJÎ VÊ BÊ HIQÛQIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'   Oyke anî ziman ku tecrîd ji ber ku li dijî hiqûqê ye bi hewldanên hiqûqî ve encam nayê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê êdî hiqûq hatiyê sekinandin. Tişta ku em dibêjine tecrîd rewşeke li dijî hiqûqî ye û sûcê îşkenceyê ye û bi salan e berdewam dike. Divê yên ku baweriya wan bi hiqûqê heye li dijî vê sepanê derkevin. Divê hemû kes li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bike. Ji ber ku pediviya hemû kesan bi hiqûqê heye. Divê hemû baro û partiyên siyasî ji bo bi dawîkirina sepana tecrîdê di nava hewldanan de bin."   'HETA TECRÎD HEBE MAFÊN MIROVAN DÊ DI BIN XETERÊ DE BIN'   Oyke diyar kir ku heta sepana tecrîde hebe hemû mafên mirovan dê di bin xeterê de bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê baro û rêxistinên hiqûqê sepana tecrîde di çerçoveya hiqûqê de binirxînin û pêşî li vê sepanê bigirin. Ji ber ku heta sepana tecrîdê hebe hemû mafên mirovan ku hatinê bidestxistin dê di bin xeterê de bin. Ango mafên bingehîn ên mirovan dê bên binpêkirin, ji bo em bi rewşeke wisa re rû bi rû nemînin divê demildest pêşî li vê bê hiqûqiyê bê girtin. Heke wisa nebe bi awayekî kêfî hemû mafên mirovan dê bên binpêkirin."    MA / Mahmut Altintaş