ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-18 09:00:10   * Şoreşa Rojava dikeve sala xwe ya 12'emîn. Pergala Rêveberiya Xxweser a Demokratîk ku bi malên gel, komun û meclisan dest pê kir, her diçe xurttir û mezintir dibe.    * Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku polîtikayên tecrîdê ji aliyê hiqûqî ve dibe sedema gelek binpêkirinan û got ku heta tecrîd hebe dê mafên mirovan ku hatine bi destxistin jî di bin xeterê de bin.    * Şeniyên taxa Yeniyê yê ku bi salan e di her demsala havînê de ava wan tê qutkirin bertek nîşanî qeyûm dan û gotin: "Dema şaredarî di destê HDP'ê de bû ava me dihat. Lê niha nayê. Qeyûm ji şaredariyê dernakeve û me ne ditiye û em wî nas nakin. Heta îlonê av nadin gelo ma ev heqê xwedê ye?"    * Hevseroka CDK-S'yê Selma Surer ji bo meş û konferansa ku dê bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê li bajarê Lozanê bên lidarxistin bang li her kesî kir û got: "Ev meş, mitîng û konferans dê bibe sedema ku yekitiya me xwe li cîhanê bide der."   * Damezrînera ICAVI'yê û Endama Kampanyaya Cinayetên Namûsê Bide Sekinandin Roûhî Shafîî diyar kir ku di salên dawî de li Îranê di bin navê "namûsê" de gelek jin hatine qetlkirin û got: "Jin, ne namûsa tu kesî ne."    * Di ser Komkujiya Pirsûsê re 8 sal derbas bûn. Hiqûqnasan diyar kir ku hê jî bersûcek nehatiye darizandin û û gotin ku divê polîtîkaya DAIŞê ya dewletê bê darizandin.    * Di navçeya Dêrikê ku di her taxa wê de qereqol hene, xaniyên kevn û kavilên dîrokî bûne “navendên hişbirê”.    * Danişîna doza Malbata Şenyaşar dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.00)   * OHD, ÎHD, TUHAYDER û Baroya Wanê rapora têkildarî girtîgehên Behra Reş û Erziromê amade kiriye dê li avahiya Baroya Wanê eşkere bike. (13.00)    * HDP û Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran civînên gel berdewam bike. (19.30)