Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin 2023-07-17 20:57:15   STENBOL - Ahlam Albashir ku ji ber êrişa li Kolana Taksîmê ku 6 kes miribûn, tê darizandin, bilêv kir ku bombeyê ji SÛriyeyê neaniye û got ku kesê bi navê Bîlal boombe dane wê. Doz hat taloqkirin.    Di 13'ê Mijdara 2022'yan de li Kolana Taksîmê êrişeke bombeyî pêk hatibû. Di êrişê de 6 kes miribûn. Ji ber vê Ahlam Albashir ku bombe danîbû Kolana Taksîmê jî di nav de der barê 36 kesan de doz hatibû vekirin.Danişîna dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 36'an a Stenbolê hat lidraxistin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 7 caran cezayê muebeda giran û hezar û ji hezar û 949 sal û 6 mehan heya 3 hezar û 9 salan ceza li Ahlam Albashirê bê birîn.    Ahlam Albashirê bi rêya wergêr parastina xwe kir. Albashirê diyar kir ku tiştên di îdianameyê de hin jê ne rast in û got ku bi rêya hevalê xwe Hasan Jamîlî nas kiriye û got: "Birayê min bi artêşa tirk re li Efrînê bû. Hasan xwest bi min re xeber bide. Got ez ê te bi yekî re bişînim Tirkiyeyê û tu yê wekî jina min bê askirin. Paşê ez pê hesiyam ku navê wî Bîlal e. Peymaneke zewacê dan min. Min li sînorê Sûriyeyê li nêzî cihekî dîwar danîn. Em hinekî sekinîn, paşê min xwe di ser dîwar re avêt û ez hatim Tirkiyeyê. Em 4 jin û 7 mêr bûn. Wesayîtek hat. Tirkekî em girtin û em birin li wesayîteke din siwar kirin. Paşê em li wesayîteke din siwar bûn û ez birim malekê. Piştî demekê wesayîtek din hat û em birin. Her kesî li gor cihên diyarkirî daxistin."   Albashirê bilêv kir ku ji Sûriyeyê heya Stenbolê rastî tu noqteyeke kontrolkirinê ya cendirmeyan nehatiye.   Albashirê di parastina xwe de ev tişt gotin: "Ji min re gotin 'tu yê biçî Taksîmê.' Ez jî çûm Taksîmê û min wêne girt. Herî dawî gotin 'tu yê biçî Fatîhê.' Wêne ji Bîlal re dişandin. Ez jî diçûm. Em li Fatîhê çûn mizgeftekê. Ez ketim hundirê wê min wêne girtin û ez vegeriyam. Min gotibû me bombe ji Sûriyeyê aniye, lê ne wiha ye. Bîlal bombeyê li vir da min. Bîlal ji min re got, wî ser çavê kesê ku bombe daye wî nedîtiye. Paşê Bîlal çû bîzmar stendin. Paşê li yekî geriya got, 'Ez ê hinekî li cem hevjîna xwe bimînim. Tu dikarî hinekî dereng bêyî?' Bîzmarana bi bandê ve zeliqand. Paşê tiştekî wekî hevîr çêkir. Paşê Bîlal çû cihekî. Piştî çend saetan hat. Gava hat dola rpê re bûn. Wî ehr tişt hazir kir û ew xistin hundirê çente. Got, 'Gava tiştek bê serê te bêje ez ê biçim Almanyayê.' Lê yê te bişînin Sûriyeyê. Lê tu yê li cem yên dibin bibêjî ez ê biçim Almanyayê."    ALbashirê bilêv kir ku roja bûyerê Bîlal çente daye wê û jê re gotiye "here li çarşiyê li cihekî rûnê" û got: "Ez jî çûm cihekî ku makyajan difiroşe. Paşê ez çûm li cihekî rûniştim. Gava ez li wir rûniştîbûm Hecî dîmenek ji min re şand. Yekî ji paş min de dîmenên min girtine. Ez tirsiyam. MIn bi çente lîst. Gava çav bi bombey ketim, min telefonî polîsan kir, lê min bi tirkî nizanibû. WÊ kêliyê Hecî, got, 'Çente deyne bimeşe.' MIn pirs abÎlal kir, got 'dets jê bernde.' Ez heya serê kolanê meşiyam. Ez li texsiyê siwar b»m. Ez çûm malê."      Dozger mutalaaya xwe eşkere kir û doza berdewamiya girtyina bersûcan kir. Dadgehê jî biryara domandina girtinê da û danişînê taloqî 25'ê Îlonê kir.