Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin 2023-07-17 16:34:47 AMED - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê ku der barê wî de rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” hatibû amadekirin îro hat berdan û got: “Em ê heya dawiyê jî heya mirinê jî li ber xwe bidin.”   Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan (84) piştî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” 27 sal şûnde îro tehliye bû û hate mala xwe. Ozkan ê ji hêla malbata xwe hatiye pêşwazîkirin li mala xwe ji ajansa me re axivî.   ‘EM Ê HEYA MIRINÊ LI BER XWE BIDIN’   Ozkan ê ji ber nexweşiyên xwe guhên wî kêm dibihîsin wiha axivî: “Me heya îro li ber xwe da. Me soza xwe pêk anî. Bedela ku min heya îro daye nehat ber çavê min. Em ê heya dawiyê jî heya mirinê jî li ber xwe bidin. Girtîgeh gelek giran e. Hevalên me li wir têkoşîneke mezin didin. Ez çiqas jî bînim ziman dê nikare vê têkoşînê vebêje. Ji ber li derve sepaneke çawa hebe li gittîgehê jî ew sepan heye. Li girtîgehê bingehek ava bûbû, cîhan nedikarî hilweşîne. Dewleta tirk çi kiribe jî nekarî pêşî li vê têkoşînê bigire.”   ‘SERKEFTINÊ JI HER KESÎ RE DIXWAZIM'    Ozkan anî ziman ku dê 3 meh şûnde girtina wî ya girtîgehê dê bikeve sala xwe ya 28’emîn û got: “Hemû barê giran li ser pişta gelê kurd bû, em ji vê yekê haydar in. Ev gel heya îro li ber xwe da. Serkeftinê ji her kesî re dixwazim.”   MA / Mujdat Can - Ceylan Şahînlî