Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket 2023-07-17 15:49:04 AMED - Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) piştî biryar tahliyekirinê ji girtîgehê derket. Balkêş bû ku Ozkan bi alîkariya malbatê xwe li ser pêya girt.  Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) ê 84 salî ji Girtîgeha Amedê ya Ewelehiya Bilind a Jimara 1'an hat berdan. Ozkan ji hêla malbata xwe li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin. Balkêş bû ku Ozkan nedikarî xwe li ser pêya bigire û bi alîkariya malbatê xwe li ser pêya girt. Piştî pêşwaziyê malbatê Ozkan bir malê.