Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê 2023-07-17 13:12:44   WAN - “Nobeda Edaletê” ya ji bo mamosteyên Colemêrgî Remezan Karakiş, Denîz Tûran û Cûma Ozer hatiye destpêkirin di roja 114’emîn de li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê berdewam kir.    Di encama şerekî di navbera xwediyên du navendên rehabîlîtasyonê de, di 5’ê sibata 2022’yan de şer derket. Hîkmet Demîr di vî şerî de jiyana xwe ji dest da û ji her dû malbatan 6 kes jî birîndar bûn. Di çarçoveya lêpirsîna piştî bûyerê hatiye destpêkirin de ji 8 kesên derbarê wan de doz hatiye vekirin Cûma Ozer, Denîz Tûran, Remezan Karakiş û Ramazan Ozer bi “Qesta kuştinê” cezayê muebedê û 9 sal, derbarê Berk Demîr de jî bi sûcdariya “Hewldana qesta kuştinê” 23 sal ceza hate birîn. Ji bersûc Sabir Demîr re jî, bi sûcdariya “Gefa bi çekê” 2 sal ceza hate birîn û cezayê wî 2 sal hate taloqkirin, Necat û Hadî Ozer jî berat kirin. “Nobeda Edaletê” ya ji bo mamosteyên Colemêrgî Remezan Karakiş, Denîz Tûran û Cûma Ozer, li pêşiya Walîtiya Colemêrgê dom kiriye îro li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê berdewam kir.    ‘MAMOSTE ADÎLANE NEHATIN CEZAKIRIN’   Asûman Tûran a hevjîna mamosteyê girtî Denîz Tûran li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêmê dest bi nobedê kir. Tûran a bi pankarta “Em edaletê dixwazin” daxuyanî da û ev tişt gotin: “Her sê mamoste bi sûcdariyên “hewldana qesta kuştinê” û “kuştina bi qestî” bi mehan hatin darizandin. Di 20’ê adara 2022’yan de derbarê her sê mamosteyan de biryara muebetê û 9 sal ceza hate birîn û bi vî awayî di rûpela dîroka edaletê de qirêjiyeke rip reş hiştin. Tevî ku sedema mirina di bûyerê de qewimî ye bi belgeyên tiba edlî û gelek belgeyên din hatiye piştraskirin, mamosteyên me bi cezayên neadîlane hatin cezakirin.”    ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’   Tûran bal kişand ser sersariya şandeya dadgeha ku delîlan şênber nabîne û da zanîn ku dadgeh wek bêalî tevnegeriya ye. Tûran a ku 113 roj in li pêşiya Walîtiya Colemêrgê nobeda xwe ya edaletê didomîne wiha got: “Dosye aniha li pêşiya 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê disekine. Yekem daxwaza me ew e ku dosye li gorî hiqûqû û adilane bê lêkolînkirin."    Piştî daxuyaniyê Tûran nobeda xwe bi dawî kir.