4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin 2023-07-16 20:57:26 RIHA - 4 cotkarên ku duh li navçeya Wêranşarê ji ber birîna ceyranê DEDAŞ şermezar kirin, hatibûn binçavkirin, hatin girtin û şandin girtîgehê.    Li navçeya Wêranşar a Rihayê cotkaran ji ber birîna ceryanê ya ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Di dema protestoyê de herî kêm 20 cotkar bi lêdanê ji aliyê leşkervan ve hatibûn binçavkirin. Ji 20 cotkarên ku duh bi şev li Fermandariya Cendermeyan a Wêranşarê dihatin ragirtin 10 jê hatin berdan. 10 cotkar jî piştî îfadeyên wan hatin wergirtin sewqî Edliyeya Wêranşarê hatin kirin. Dozgeriyê cotkar bi sûcdariya “Ji bo peywîrê nedin kirin li ber xwe dane” , “Zirar dane malê cemaweriyê” û “Ji ewlehiya trafîkê re bûne xetere” sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Wêranşarê kirin.    Dadgehê ji ber îdiayên ku cotkar sewqî dadgehê hatin kirin, biryar da ku ji cotkaran Îsmaîl Akyol, Abdûlkadîr Yildizogûllari, Mehmet Yildizogûllari û Zafer Keskînbiçakli bên girtin û 6 cotkarên din jî bi şertê kontrola edlî bên berdan. Girtiyên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Hîlwanê.