Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike 2023-07-16 18:32:04   ESKÎŞEHÎR - Nezîr Tekçî di sala 1995’an de piştî li navçeya Geverê hatibû binçavkirin hatibû qetilkirin. Di encama darizandinê de doz bi biryara beraetkirina kujerên Tekçî encam bûbû. Piştî biryara binpêkirinê ya AYM’ê dabû, danişîna dozê ji nû ve dest pê dike.    Di 28’ê nîsana 1995’an de li Mezraya Yûkari Olçek a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê Nezîr Tekçî yê dema şivantî dikir ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û pişt re tu agahî jê nehatin wergirtin. Dû re di sala 2010’an de hate hînbûn ku Tekçî hatiye qetilkirin. Danişîna ewil a doza Tekçî piştî biryara ji nû ve darizandinê ya Dadgeha Destûra Bilind (AYM) wê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê bê lidarxistin.