Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê 2023-07-16 16:08:57 RIHA - Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 846'emîn de bi dawî kir. Ferît Şenyaşar got: “Di encama darizandina 18’ê tîrmehê de wê dayê ya wê biçe malê yan jî wê biçe Enqereyê.”  Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar filîtîbû ji bo di dozê de edalet pêk were di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşar di roja 846’emîn de çalakiya xwe bi dawî kirin. Emîne û Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û cara dawî nobedê girtin.    Malbata Şenyaşar ragihand ku wê di 18’ê tîrmeh3e de danişîna doza li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin, heke edalet pêk were dê çalakiya xwe bi dawî bikin û edalet pêk neyê dê çalakiya xwe li Enqereyê bidomînin. Têkildarî mijarê daxuyanî hat dayîn û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” hat vekirin.    ‘BILA NEHEQÎ BI DAWÎ BIBE’   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “846 roj in me li vir nobed girt. Em spasiya her kesê ku seranserî nobedê piştgirî da me dikin. Di encama darizandina 18’ê tîrmehê de wê dayê ya wê biçe malê yan jî wê biçe Enqereyê. Her kesî qebûl kir ku neheqiyek heye lê edalet pêk nehat. Dîmenên qetlîamê derketin holê. Kesê ku vê qetlîamê pêk anî parlamenter bû, her çiqas parlamenteriya wî qediya jî lê îfadeyên wî nehatine girtin. Ev şerma hiqûqê ye. Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin. Dayê dixwaze biçe malê. Naxwaze biçe Enqereyê. Em dixwazin birayê min ê 5 sal in di hucreya yek kesî de girtî ye bila bê berdan.”    Piştî daxuyaniyê Malbata Şenyaşar di roja 846'emîn de çalakiya Nobeda Edaletê bi dawî kir.